Rêveberiya Jinan li Dêrazorê dest bi kampanyaya hişyariyê  kir

Rêveberiya Jinan a Dêrazorê li gundên Hemar El-Alî û El-Kesrayê yên rojavayê Dêrazorê dest bi pêngava hişyariyê der barê zewicandina biçûkan û gendeliya exlaqî de kir.

Pêngava ku berî du rojan dest pê kir, ji gundên El-Kesra, Zixêr, El-Kibir, Hemar El-Alî û Hesan ên li bejahiya Dêrazorê pêk tê.

Kampanya dê li hemû herêmên rojavayê bejahiya Dêrazorê berdewam be û zirara zewicandina biçûkan dê were gotûbêjkirin.

Têkildarî mijarê endama Rêveberiya Jinan a Dêrazorê Nesrîn El-Alî îşaret bi fişarên derûnî û zirarên ku jin dema di temenekî biçûk de dizewicin tê serê wan, kir û wiha got: "Zewicandina  zarokan diyarde û bobelateke yekser e ku bandoreke neyînî li civakê dike, sedema belavbûna vê yekê li herêmê ji ber bêparbûna jinan ji mafên xwendin û wekheviyê ye."

(eh)

ANHA


Mijarên Din