Rêveberiya kampa Holê sedemên şewatê eşkere kirin

Rêveberiya kampa Holê sedemên derketina şewatê li kampê eşkere kirin û banga girtina tedbîran kir.

Di 27'ê Sibatê de di daweteke li kampa Holê de şewat çêbû bi dehan konên di beşa 4'mîn a taybet bi penaberên Iraqê de şewitîn.

Di demên dawî de, bûyerên bi vî rengî zêde dibin. Hêzên ewlekariya kampê jî destnîşan dikin ku şaneyên girêdayî DAIŞ'ê bûyerên kuştina sivîlan didomînin. Ji destpêka sala nû de zêdetirî 22 kesan ji beşên cuda yên kampê hatin kuştin ku piraniya wan iraqî bûn.

Der barê bûyera şewatê de îro rêveberiya kampa Holê daxuyaniyek ji raya giştî re bi rêya civînek çapemeniyê li kampê, parve kir.

Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Kampa Holê Cabir Seyid Mistefa daxuyanî xwend. Hevserokên kampê Hemrîn Elî û Îsmaîl Necar û gelek dezgehên çapemeniyê beşdarî civîna çapemeniyê bûn. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Di 27'ê meha borî de, sobeyek ku bi madeya "krosînê" dixebitî, teqiya û agir bi kampê ket. Di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û derdora 36 kesên din jî birîndar bûn. Ji ber vê yekê em neçar in ku vê pirsgirêkê ku salane dibe sedema gelek zirarên canî, çareser bikin. Çar sedemên bingehîn hene ku divê bên çareserkirin da ku rê li ber van diyardeyan were girtin û ew jî wiha ne:

1- Rêbaza germkirinê ji krosînê veguhêrin dîzelê, her wiha ev yek li kampa Waşokanî (Serêkaniyê) bi ser ket.

2- Mekanîzmayeke serkeftî ya ku şewatan bi lez vedimirîne, bibînin, ji ber ku kon zû  dişewitin.

3- Navbereke guncav di navbera konan de were hiştin da ku agir bi konên li rex hev nekeve.

4- Beşên taybet ji bo kesên şewitî di hundir û derveyî kampê de werin amadekirin, ji ber ku nexweşxaneyên bi rêxistinên tenduristiya cîhanî û rêxistinên navneteweyî re li hev kirine, bi hinceta tunebûna beşên taybet bo bûyerên şewitînê û tunebûna dermanên pêwîst, kesên li kampê şewitîne, pêşwaz nekirin. Lewra ew di nexweşxaneya gel de hatin dermankirin.

Di dawiyê de, divê ev bûyer bibe nuqteya guhartinê da ku tedbîrên heyî bi pêş bixin û rê li ber bûyeran wiha bigirin.

Em sersaxiyê ji malbatên windahiyan re dixwazin û şîfaya lezgîn ji tevahî birîndaran re hêvî dikin."

(dm)

ANHA


Mijarên Din