Rêveberiya kampa Holê tewanên girêdayî revandina malbatên DAIŞ'ê derewand

Rêveberiya kampa Holê tewanên ku dibêjin, rêveberî revandina malbatên çeteyên DAIŞ'ê ji kampê hêsan dike derewandin û got: "Ev tewan siyasî ne, armanc jê ew e  daxwazên Erdogan li Sûriyê bi giştî û dosyaya DAIŞ'ê bi taybet pêk bînin."

Rêveberiya kampa Holê bi daxuyaniyekê tewanên ku hin dezgehên çapemeniyê li dijî wê avêtine derewand, yên ku dibêjin rêveberiya kampê derxistina malbatên DAIŞ'ê ji kampê hêsan dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Rêveberiya Xweser û hêza wê ya leşkerî heta niha ji bo mirovahî û cîhanê li dijî fikir û şaneyên rêxistina DAIŞ'ê têkoşînê dimeşîne, hemû pêkhate; Kurd, Erebî, Suryan, Asur û Kildan bi hev re têdikoşin û bi hezaran şehîdan dane.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku doza malbatên çeteyên DAIŞ'ê dozeke cîhanî, tevahî cîhanê eleqedar dike, lewra divê bi Rêveberiya Xewser û Koalîsyona Navnetewî re ya ku beşek ji têkoşîna li dijî DAIŞ'ê ye xebat were kirin da ku çareseriyeke ji vê dozê re were dîtin, ne ku tewan li dijî aliyên herî akîtf di çareserkirina vê pirgirêkê de werin avêtin.

Rêveberiya kampê daxuyanî wiha domand: "Em teqez dikin ku em bi hemû hêza xwe hewl didin erka xwe ya exlaqî û mirovî ya ku me ji sala 2014'an ve destpê kiriye, pêk bînin. Da ku DAIŞ û fikirê wê yê tundra tune bikin. Saziyên me bi hemû qadên xwe bê westandin li gorî vê stratejiyê tevdigerin. Dibe ku hin alî hene ku ji bo derxistina malbatên DAIŞ'ê derxistin an torên taybet di vê çarçoveyê de ava bikin. Rêveberiya Xweser tedbîrên pêwîst girtine û kirnên der qanûnî dişopîne. Li ser vê, em ji raya giştî re diyar dikin ku xebatên me yên paratina ewlehî û aramiya herêmên me û cîhanê ji xeteriya terora DAIŞ'ê berdewam in. Em amade ne beşdarî hemû agahiyên derbarê kampên ku van malbat û zarokên wan dihewînin de bin. Jê rewşa xizmetguzarî, tendurîstî, mirovî. Em   qebûl nakin ku tu alî Tirkiyê û îstîxbarata wê bingeha agahiyên xwe yên ne di cih de bigirin, ku xebatên me yên parastina ewlehî û aramiya herêmê reş bike."

Rêveberiya kampa Holê di dawiya daxuyaniyê de got, tewanên ku dibêjin rêveberî revandina malbatên DAIŞ'ê hêsan dike tewanên siyasî ne, armanc jê daxwazên Erdogan li Sûriyê bi giştî û dosyaya DAIŞ'ê bi taybet pêk bîne wiha diyar kir: "Giştkirina rewşên taybet û xebatên torên revandinê ku hin ji bo qezenckirina pereyan dikin bi rêveberiyê ve binpêkirineke ji nirxên exlaqî û wijdanî ye. Gel me bi hemû saziyên xwe ji bo tunekirnia DAIŞ'ê kar dike, ne mumkin e ev sazî karekî wiha bike ku dûrî exlaqê ye."

ANHA


Mijarên Din