Rêveberiya Kampa Holê zarokeke Êzidî radestî Mala Êzidiyan kir

Ji zarokên Êzidî yên ku di pêngava rizgarkirina gundê Baxozê de ji aliyê şervanên QSD‘ê ve hatin rizgarkirin û di kampa Holê de diman, Selwa Xêro Salih radestî Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê hate kirin.

Rêveberiya Kampa Holê îro zaroka Êzidî ya bi navê Selwa Xêro Salih ku di çaroveya pêngava QSD‘ê ya ji bo tinekirina çeteyên DAIŞ‘ê li Baxozê de hatibû rizgarkirin radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kir. Selwa ji gundê Solax ê Şengalê piştî ji aliyê şervanan ve hat rizgarkirin li kampa Holê hate bicihkirin.

Mala Êzidî ya herêma Cizîrê dê zaroka Êzidî radestî malbata wê ya li Şengalê bike.

ANHA


Mijarên Din