Rêveberiya Minbicê ajotina motorsîklêtan li hin kolanan qedexe kir

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê giştînameyek der barê  qedexekirina ajotina motorsîklêtan de li hin deverên bajêr bi gelemperî, li gel berdewama biryara berê ya qedexekirina li tevahî bajêr di demên diyarkirî de, weşand.

Ji ber zexta dijwar a hin kolanên sereke li naverasta bajarê Minbicê û bersivdana banga şênî û xwediyên dikanên bazirganiyê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê giştînameyek der barê qedexekirina ajotina motorsîklêtan de li hin deverên li naverasta bajar weşand.

Di vê çarçoveyê de û li gorî hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê û Gundewarên Wê Mihemedxêr Şêxo diyar kiriye, kolanên ku ajotina motorsîklêtan lê hatiye qedexekirin, wiha ne: Kolana Sundis, ji pêş dermanfiroşa navendî heta bi goşeya şaxa leşkerkirinê ya berê û ber bi kolana Qenbor ve.

Li rexê jî rêya Çerxerêya Kure El-Erdiyê (Goka Zemînê) û ber bi avahiya Seraya ya li sûka sereke heta bi Stada El-Beledî ya li ser rêya Heleb û kolana Tibe heta bi mizgefta El-Elaî û derdora û hundirê sûka kevn (Sûka Pêçayî) ve jî ajotina motorsîklêtan hatin qedexekirin.

Qedexekirina ajotina motorsîklêtan li van deveran rojane 24 saetan pêk tê. Her wiha biryar ji 13’ê Tîrmehê ve dikeve meriyetê.

Li aliyekî dîtir jî xebata li ser giştînameya berê ya der barê qedexekirina ajotina motorsîklêtan de li tevahî bajarê Minbicê ji saet 8’ê êvarê heta saet 6’ê sibê rojane berdewam e.

(ekîb)

ANHA


Mijarên Din