Rêveberiya Nexweşxaneya Dil û Çavan amadekariya çêkirina yekemîn emelîyeta dil dike

Rêveberiya Nexweşxaneya Dil û Çavan amadekariyên xwe bi dawî kirin û dê di çend rojên bê de yekemîn emelîyeta dil çêke.

Piştî amadekariyên ku çend mehan dom kirin, rêveberiya Nexweşxaneya Dil û Çavan a li bajarê Qamişlo ya girêdayî Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, beşê emeliyata dil vekir.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/01/21/074528_qam-xestea-dil-u-cav-28329.jpg

Nexweşxane xizmetên tenduristî ji bo nexweşên dil û çavan bi nirxekî guncaw pêşkêş dike. Rêveberiya nexweşxaneyê amadekariyan dike ku di çend rojên pêş de yekemîn emeliyata dil çêke. Hêjayî bibîrxistinê ye ku dê yekem car emeliyateke bi vê rengî li herêma Cizîrê bê çêkirin.

Beriya vê, emeliyatên bi vê rengî li ser asta Sûriyê tenê li nexweşxaneyên Şam, Heleb û Humisê dihatin çêkirin, herî zêde jî li nexweşxaneyên Şamê dihatin çêkirin. Ji ber rêwîtî, mayîna li Şamê û lêçûnên nexweşxaneyên taybet, nexweşan û xizmên wan pereyên pir zêde xerc dikirin.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/01/21/074557_qam-xestea-dil-u-cav-28429.jpg

Têkildarî amadekariyên dawîn ên beşa emeliyatên dil, yek ji rêveberên li nexweşxaneyê Dr. Enan Xelîl got: “Me gelek alavên taybet anîn da ku em karibin emeliyata dil çêkin.”

Dr. Xelîl diyar kir ku diviyabû beşê emeliyatên dil û beşê nexweşiyên dil bi hev re bihatana vekirin, lê belê ji ber hin astengiyan vekirina beşê çav heta niha ma.

 ‘YEKEM EMELIYATA DIL DÊ DI ÇEND ROJÊN PÊŞ DE BÊ ÇÊKIRIN’

Xelîl eşkere kir ku piştî amadekirina odeya emeliyata dil, dê di çend rojên bê de yekem emeliyata dil were kirin, ew jî piştî ku testên pêwîst ên nexweş bi dawî bibin. Xelîl daxuyand ku dê tîmeke taybet a pispor ku ji derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye tevî tîmeke tenduristiyê ji herêmê, emeliyatê çêkin, her wiha dê hin kesên din çavdêriya alavan û odeya çavdêriyê, bikin.

Li ser lêçûna emeliyatan jî, Dr. Xelîl destnîşan kir ku wan heta niha lêçûna emeliyatên dil diyar nekirine û wiha lê zêde kir: “Lê helbet, dê lêçûna emeliyatê ji bo nexweşan guncaw be, dê ji sedî 40 ji lêçûna emeliyatên li nexweşxaneyên li derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihatin çêkirin, derbas neke.”

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/01/21/074615_qam-xestea-dil-u-cav-28229.jpg

Dr. Xelîl da zanîn ku vekirina beşê emeliyatên dil ne projeyeke qezençkirin û bazirganiyê ye, lê belê armanca wan alîkariya nexweşan e û wiha domand: “Me ev rêje ji bo çêkirina emeliyatan diyar kir, ji ber ku alavên hatine kirîn bi bihayên zêde ne û bi hêsanî nayên peydakirin.”

Rêveberiya Nexweşxaneya Dil û Çavan piştî ku alava lazer anî, lêçûnên ji bo nexweşên çavan kêm kirin ku beriya wê nexweşên çavan neçar diman ku berê xwe bidin parêzgehên Sûriyê yan Başûrê Kurdistanê.

(cx)

ANHA


Mijarên Din