Rêveberiya rêxistinên civaka Sivîl a Minbic û gundewarên wê hate avakirin

Bi dehan endamên saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê, beşdarî civîna yekemîn a rêxistinên civaka sivîl ên Minbic û gundewarê wê bûn. Di dawiya civînê de rêveberiyek hate hilbijartin û rêziknameya Rêxistinên Civaka Sivîl hate dayîn.

Îro civîna yekemîn a Rêxistinên Civaka Sivîl a Minbicê û gundewarê wê li hola Kluba Werzîşî li bajarê Minbicê lidar ket. Bi dehan endamên saziyên civaka sivîl beşdarî civînê bûn. Pankartên bi nivîsên ‘Ji berhemên rizgarkirinê avakirina çandê, Rêxistinên Civaka Sivîl bingeha dewleta demokratîk e, Rêxistinên Civaka Sivîl mirsogera edaleta civakî ye. Demokrasî bûka Minbicê ya daîm e. Gelên demokratîk bi hevgirtina xwe civakek sivîl ku navnîşana wê biratiya gelan e.’

Paşê şêwermendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê û gundêwarê wê Cahid Hesen axivî û di destpêka axaftina xwe de danasîna civakê û sedemên ji rê derketina wê diyar kir. Hesen got: “Desthilatdariya sîstemên serdest ser civakê yek ji sedemên girîng ku şer û xapandin çêdibe. Ji ber ew sîstem stûxwarbûnê di civakê de bi rêya tevliheviya di nav civakê de xulq dike, her wiha nahêle zanist û felsefe pêş bikeve û van tevan li gorî berjewendiyên xwe dide bikar anîn.”

Hesen civaka sivîl wiha pênase kir: "Îro civaka sivîl li ser bingeha dîrokî ava bûye û di kapîtalîzmê de rabûye. Ew şibekeya berfireh ji rêxistinan ku civakên nû ew pêşxistiye, ew yek jî bi rêya dîroka wê ya dirêj, ku dewleta netewî û desthilatdarî û zordariyê red dike." 

Her wiha gelek pîrozbahî bi navên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê, Yekitiya Rerwşenbîran a Minbicê û Meclisa Jina Ciwan hatin.

Piştre dîwanê rêziknameya Rêxistinên Civaka Sivîl a Minbic û gundewarê wê xwend û deriyê nîqaşê vekir. Di civînê de beşdaran pêşniyarên xwe girêdayî bendên rêziknameyê pêşkêş kirin. Piştî wê bendên rêziknameyê hate û sembola Rêxistinên Civaka Sivîl hatin erêkirin. Di berdewama civînê de 7 endam wek rêveberên Rêxistinên Civaka Sivîl hatin hilbijartin.

Di dawiyê de endamê Rêveberiya Rêxistinên Civaka Sivîl Ebdullah Hico axivî, spasiya her kesekî ku hewl da civîn bi serkeve kir û hêviya serkeftinê ji endamên ku hatine hilbijartin xwest.

(şx)

ANHA


Mijarên Din