Rêveberiya Sivîl a Minbicê baweriya xwe bi hevgirtina pêkhateyan û meclisa leşkerî re diyar kir

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo diyar kir ku ew di bersivdayîna hemû êrişan de pişta xwe didin xwe û hêza xwe ji gelê xwe digrin. Her wiha baweriya xwe bi hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û girêdanên pêkhateyên Minbicê re anî ziman.

Îro salvegera 3`emîn a avakirina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarên wê ye. Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê bi 8 mehan di 12`ê Adara 2017`an Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê hat avakirin. 

Meclisa Leşkerî ya Minbicê û QSD`ê bajarê Minbicê û gundewarên 12`ê Tebaxa 2016`an ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir.

12`ê Adara 2017`an weke pêngavên destpêkê ji rizgarkirina ji şerê bajarê Minbicê bû û bû mîna pirekî ji girêdanên pêkhateyan re di nava rêveberiya sivîl de ku bi keda zarokên wê xizmeta gelê wê dike û bi saya wan hat rizgarkirin.

Girêdayî mijarê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo ji ANHA’yê re axivî.  Şêxo bi vê boneyê hemû şêniyên Minbicê pîroz kir û soz da ku ew ê hê zêdetir xizmetê ji wan re bikin, derfetên kar peyda bikin û hemû pêwîstiyên ku şênî jiyaneke xweş bijîn.

Şêxo got: “Rêveberiya Sivîl di demeke de ku li tevahî herêmê tevlîhevî û şer hebû, di dema ku her kesî şer dikir da ku bajar bixin serweriya xwe de, hat avakirin. Bi saya gelê Minbicê û hemû pêkhateyên wê îro bi hevre bi aramî û ewlehî dijîn.”

ROLA RÊVEBERIYÊ LI HERÊMÊ GIRÎNG Û STRATEJÎK E

Mihemed Xêr Şêxo destnîşan kir ku li kîjan bajarî be girîngiya rêveberiya sivîl heye û pêwîstî pê heye, naxasim bajarê Minbicê girîngiya avakirina rêveberiyê ji girîngiya hebûna makanîzmeya rêxistinkirina çavkaniyan da ku şêwazê berheman peyda bikin.

Mihemed Xêr Şêxo diyar kir ku Rêveberiya Sivîl a Minbicê bi hemû meclisên xwe mîna parçeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rola rêveberiya Minbicê girîng, stratîjîk û siyasî ye li herêmê ji ber girîngiya erdnîgariya wê ya stratîjîk di aliyê siyasî û aborî de.

Şêxo got: “Gefên li ser bajarê Minbicê ji ber girîngiya wê ye û baweriya xwe bi hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê re ku li ser xakê ne û dikarin li hember hemû gefên li dijî ewlehiya bajêr bisekinin. Di pêvajoya pêşerojê de ya ku dê çarenûsa herêmê diyar bike, rola bajarê Minbicê girîng û mezine.”

XEBATA RÊVEBERIYÊ EWLEHÎ Û ARAMÎ JI ŞÊNIYAN RE PEYDA KIR

Şêxo xebatên Rêveberiya Sivîl ji dema hatiye avakirin ve nirxand û wiha pêde çû: “Ewlehî û aramî ji şêniyên bajêre peyda bû û ev bû karê herî giring. Vê yekê bandorek erênî li niştecihên wê kir.”  Şêxo îşaret bi koçberên ji parêzgehên Sûriyê ku berê xwe dane Minbicê kir û got, li bajêr ewlehî û aramî heye û ji ber wê jî gelek bazirgan û pêşesaziyan berê xwe dan wê.

Mihemd Xêr Şêxo îşaret bi xebatên rêveberiyê kir ku ber bi peydakirina xizmetên baş ve çû piştî ku asteke baş ji ewlehî û aramiyê peyda kir.

Şêxo tekez kir ku rêveberiyê gelek xizmet di aliyê tenduristî, çandinî û xizmetên li ser asta şaredariyan kiriye.

Şêxo îşaret bi rola ciwanan li bajêr û gundewarên wê û çalakiyên ku pêwîstiyên ciwanan di vê pêvajoyê de pêk tîne, kir. Şêxo axaftina xwe wiha domand: “Giringiya ku hat dayîna jinê bû sedem ku nasnameya jin derkeve pêş. Niha nasnameya jin jinûve bi rêya komîteya jin, meclisa jin û saziyên girêdayî jinê, derdikeve.”

Her wiha  Şêxo behsa rola eşîre, şêx û rûspiyên eşîreyan di nava Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê de kir û got, rola wan di hevgirtina pêkhateyên herêmê de, mezine.

Mihemed Xêr Şêxo der barê xebatên rêveberiya sivîl a di sala destpêkê de wiha anî ziman:"Salek awarte ji bo peydakirina pêwîstiyên sereke ji bajêr re bû. Di sala duyemîn de bi temamî girîng da xebatên xizmetguzarî. Gelek proje pêk anî. Navendên xizmetî û giştî di hemû aliyan de vekir. Her wiha girîngî da aliyê perwerdeyê di aliyê hejmara mamosteyan, sererastkirina dibistana û vekirina peymangehan. Di sala sêyemîn de pilansaziyên komîte û saziyan hatin temamkirin û girîngî da aliyê sererastkirina rêveberî ku diviya piştî çend salan ji avakirina rêveberiyê were kirin."

PILANSAZIYÊN AVAKIRINA MEZINTIRÎN SAZÎ DI SALA PÊŞ DE

Şêxo diyar kir ku  rêveberî di sala pêşde dê hewl bide hemû pilansaziyên hemû komîte û saziyan bimeşîne û mezintirîn saziyên xizmetguzarî li bajêr û gundewarên wê ava bike.

Mihemed Xêr Şêxo  soz da ku ew ê rewşa ewlehî bi hişyarî bişopînin ji ber ew bingeha sereke û ya dawî ye di aramiha şêniyan de û hemû pêwîstiyên şêniyan pêk bînin.

Şêxo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em hemû keda xwe didin aliyê perwerdeyê, ji ber bi perwerdeyê civak pêş dikevin. Em hewl didin saziyên xizmetguzariyê ku derfetên kar ji her kesî re peyda dike, ava bikin. Bajarê Minbic mîna hemû herêmên din ê Sûriyê ye, rastî gelek gefan tê.  Di bersivdayîna êrişan de, em xwe dispêrên xwe û hêza xwe ji gelê xwe digrin. Em  bi hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bawerin. Ew hêz dikare bajêr û gelê wê biparêze.”

(bx)

ANHA


Mijarên Din