Rêveberiya Sivîl a Tebqayê: Bêdengiya navdewletî li hember qetilkirina zarokan şerm e

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê di daxuyaniyekê de berpirsyariya komkujiya artêşa Tirk a dagirker li dijî zarokan li navçeya Til Rifetê girt ser civaka navdewletî. Di encama wê komkujiyê de 10 sivîl şehîd bûn ku ji wan 8 zarok bûn.

Daxuyanî li pêşiya navenda Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê û bi beşdariya hevserokên Meclisa Zagonsaz Rewşen Hemê û Hamid Herec, hevseroka Meclisa Rêveber Hind El-Elî, bi dehan endamên komîteyan û saziyên girêdayî rêvberiyê hate xwendin.

Daxuyaniya ji aliyê Hevserokê Meclisa Qanûnsaz Hemid Ferec ve hate xwendin êrişên artêşa Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, binpêkirin, guhartina demografiyê, koçberkirina gelan û bi îdîdayan qirkirinan pêk tîne şermezar kir.

Di daxuayiyê de bal hat kişadina ser komkujiyên ku dewleta Tirk li dijî Tilrifetê pêk anî û bêdengiya NY`yê, Rêxistinên Mafên Mirovan û UN beramberî qetilkirina zarokan şermezar kirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din