Rêveberiya Sivîl a Tebqayê di salvegera duyemîn de dagirkirina Efrînê şermezar kir

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê di sala duyemîn a dagirkirina bajêr de, şermezar kirin. Her wiha diyar kir ku binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî pêkhateyên herêmê dikevin asta qirkirina komî û etnîk.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a tebqayê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya tevna civakî belav kir û wiha tê de got: "Wekî vê rojê di 20`ê Çileya 2018`an de serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ferman da hêzên leşkerî yên Tirkiyê û komên çete yên xwedî fikrên radîkal û terorî yên girêdayî wî ku operasyona leşkerî ji bo dagirkirina bajarê Efrînê yê Sûriyê di bin navê "Şaxê Zeytûnê" de dest pê bikin.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi pêwîstiya dadgehkirina dewleta Tirk a dagirker li gorî pîvanên Neteweyên Yekbûyî (NY) ku di 12`ê Çileya 1951`an de hatin îmzekirin. Li gorî wan pîvanan qirkirina komî li gorî pîvanên qanûnên navdewletî, sûcekî şer e û binpêkirineke eşkere ya qanûnê ye. Ji dema dagirkirina bajarê Efrînê ve, binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyên resen û guhertina demografiya herêmê dewam dikin.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê bang li hemû rêxistinên navneteweyî yên hiqûqî û mirovî, di nav de NY û Meclisa Ewlehiyê kir ku berpirsyariyên xwe li dijî tiştê ku diqewime bi cih bînin û wiha hate gotin: "Dagirkeriya dewleta Tirk li dijî gel û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefeke eşkere ye. Bajarên ku piştî çalakiyên dijminahî yên bi navên têkçûyî, îro di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne. Bajarên Girê Spî û Serêkaniyê qurbaniyên wê hovîtî û faşîzmê bûn.”

 (cx)

ANHA


Mijarên Din