Rêveberiya Sivîl a Tebqayê xebatên rêxistinî berfireh dike

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê bi merasîmekê navenda Meclisa "Şehîd Abdullah El-Sayil" û malên gel ên gundan vekir.

Bi dehan şenî, endamên meclisên tax û malên gel ên bajar û gundewarê Tebqayê û hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê Rewşen Hemê di merasîm de amade bûn.

Meclisa Şehîd Abdullah El-Sayil di nav xwe de 4 malên gel, 43 meclisên taxên beşê gund "taxên gelerî yên bajêr" digire. Armanc ji vekirina navenda vê meclisê kar û barên welatiyan hêsan bike û pêwîstiyên wan bi cih bîne.

Di merasîmê vekirinê de Rewşen Hemê axivî, vekirina navenda meclisê li şêniyan pîroz kir, endamên meclisê muxateb kir:" Ev gava avakar ji bo rêxistin û rêvebirineke serkeftî ye. Em ê hewl bidin bi hemû rê û rêbazan bighêjin asteke bilind ji rêxistinbûyînê. Bi vê rêxistinbûyînê em ê serkeftinê qezenc bikin."

Kurê Şehîd Abdullah El-Sayil, Sayil El-Sayil deriyê navendê vekir.

Abdullah El-Sayil di 17'ê Mijdara bor di encama êrişa şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê de şehîd bû.

ANHA


Mijarên Din