Rêveberiya Sivîl û saziyan serdana malbatên şehîdan dikin

Bi boneya cejna Qurbanê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê û komîteyên li taxa Şêxmeqsûd serdana malbatên şehîdan dikin. 

MINBIC

Îro vê sibê, endamên sazî û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê li pêşiya avahiya rêveberiyê kom bûn û bi boneya cejnê serdana malbatên şehîdan ên li bajar û bejahiyê dikin.

Malbatên şehîdan jî şiranî pêşkêşî endamên sazî û komîteyan kirin û bal kişand ser rola şehîdan di rizgarkirina herêmên ji çeteyan.

HELEB

Endamên meclisa giştî ya taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û saziyên civaka civaka sivîl, li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn û bi awayekî koman serdana malbatên şehîdan kirin.

Şandeyên ku serdana malbatên şehîdan kirin, teqez kirin ku ger ne ji şehîdan ba, Heleb û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nikaribûn bi awayekî azad bijiyane.

(kc)

ANHA


Mijarên Din