Rêveberiya Sivîl serdana çalakiya ciwanên Tebqayê kir

Di çalakiya roja 4‘emîn a ciwanên Tebeqayê ya ji bo şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê de nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê beşdar bûn û daxuyanî dan.

Çalakiya ciwanên Tebqayê  ya li dijî kiryarên dewleta Tirk a dagirker li Efrnê û lêkirina dîwarê parçekirina Sûriyê, di roja 4`emîn de didome.

Konê çalakiyê li ber avahiya Meclisa Ciwanên Tebqayê hatiye vedan. Îro Hevserokatiya Meclisa Zagonsaz Rewşen Hemê û Hamid Ferec, nûnerên Komîteya Aborî, Komîteyên Têkiliyên Giştî, Komîteya Karûbarên Civakî her wiha bi dehan endamên meclisên herêmî û malên gel ên girêdayî Meclisa Sivîl a Tebqayê serdana konê çalakiyê kirin.

Di serdanê de Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Sivîl Cemal Nihêtir ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de lêkirina dîwarê parçekirina Sûriyê ku dixwazin sînaryoya Lîwa Iskenderon dûbare bikin, hat şermezarkirin.

Her wiha di daxuayniyê de hat gotin hewldanên parçekirina xaka Sûriyê hewildaneke binketî dê dîrok li ser rûyê faşîsmê Efrdogan binvîsîne, lêkirina dîwar li hember îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê na sekine.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku îrade û îsrara gelên herêmê ji bo rizgarkirina xaka Efrînê tu carî kesê mîna Erdoganê faşîst nabe asteng û berxwedan bi hemû cûreyên xwe heta rizgarkirina her bi hustek ji xaka dagirkirî dê dewam bike.

(bx)

ANHA


Mijarên Din