Rêveberiya Sotemeniyê: Pirsgirêka mazotê dê hefteya bê çareser bibe

Hevserokê Rêveberiya Sotemeniya Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sadiq Xelef got diyar kir ku pirsgirêka mazotê dê hefteya bê çareser bibe.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji beriya 2 hefteyan ve zehmetiya kêmbûna mazotê dikişînin, lewma mazot buha bû û rewşa hewayê bandoreke neyînî li welatiyan kir.

Hevserokê Rêveberiya Sotemeniya Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sadiq Xelef der barê kêmbûna sotemeniyê û awayên çareseriya vê pirsgirêkê de axivî. 

Xelef got: “Ji ber rewşa bahewayê, qeşa, barîna berfê û baranê, nexasim li herêma Cizîrê sotemenî kêm bûye. Piraniya heraqên sotemeniyê hildiberînin ne yên nû ne û rewşa hewayê bandor li karê me dike. Lewma karkeran di dema berfbarînê û qeşayê de karên xwe sekinandin. Sotemeniya li cem me têra her 7 rêveberiyan nake.”

Beriya 2 rojan heraqan dîsa dest bi karên xwe kir, lewma destpêka hefteya bê ew ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mazot peyda bibe û para rêveberiyan bigihîje wan.

Hevserokê rêberiya sotemeniyê got: “Wê trimpilên mazotê û mazota li sûka sûda (sûka reş) tê firotin, heta sotemenî bi awayekî baş li stasyonan peyda bibe û 24 saetan dergehên belavkirinê bixebitin, bisekinînin. Ji ber ku li herêmê rewşa hewayê dijwar e û ev yek bandorê li şêniyan dike.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din