Rêveberiya Tebqayê der barê şewatên zeviyan de hişyarî da

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi daxuyaniyekê hişyarî da hemû cotkran ku der barê şewatên li nav zeviyan de bi baldarî tev bigerin û tedbîrên xwe bigirin.

Li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê agir bi gelek zeviyan ket. Ev yek wek karesatekê tê dîtin piştî ku bi sedan hektar ji berhemên çandiniyê şewitî.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku hewldanên bi vî awayî, armanc jê ew e ku aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bikin û cureyekî şerê psîkolojîk e.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî ku agir bi zeviyên çandiniyê ket, piştî tedbîrên pêwîst ji aliyê komîteyên pispor ve û bi alîkariya şêniyan, hat diyarkirin ku kesên bi awayekî veşartî piştî di tevliheviya aramî û ewlehiya herêmê de têk çûn, vê yekê dikin û agir berdidin zeviyan.

Duh çeteyên DAIŞ`ê ragihand ku ew zeviyên çandiniyê li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin hedef û dişewitînin. Ev yek li gorî rojnameya Nebe ya ku ji aliyê DAIŞ`ê derdikeve, hate ragihandin.

Rêveberiyê ji cotkran xwest ku di vê demê de hişyar bin û alîkariya hêzên ewlekarî û leşkerî bikin da ku wan kesan bigirin.

Di dawiyê de Rêveberiya Sivîl soz da ku ew ê bi rêya plansaziyên lezgîn destekê bidin û ji aliyên peywendîdar û şêniyan re bibin alîkar da ku xetereya li ser aboriya civakî rake.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji ber şewatê li gundewarên herêma Tebaqayê zêdetirî 6 hezar donim ji zeviyan di nava 15 rojan de şewitî.

(bx)

ANHA


Mijarên Din