Rêveberiya Xwerser bi boneya Çarşema Sor betlaneya fermî ragihand

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Çarşema Sor biryarnameyek derxist. Li gorî biryarnameyê li hemû navend û saziyên fermî yên girêdayî Rêveberiya Xweser roja çarşemê betlaneya fermî ye.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi boneya Cejna Çarşema Sor biryarnameya hejmar (17) derxist. Di biryarnameyê de wiha hate gotin:

Roja çarşemê (14`ê Nîsana 2021`an) li hemû navend û saziyên fermî yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê betlaneya fermî ye. Ev yek ji bo saziyên ku pêwîstiya wan bi berdewamkirina kar heye, ne derbasdar e.

Ev biryar ji bo her kesê ku pêwîst e pêk bîne, derbasdar e.

)bx(

ANHA


Mijarên Din