Rêveberiya Xweser 5 zarok radestî hikumeta Sûdanê kirin

Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro bi civîneke çapemeniyê 5 zarokên ji Sûdanê yên DAIŞ`î radestî hikumeta Sûdanê kirin.

Îro Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, civîneke çapemeniyê li dar xist û 5 zarokên ji Sûdanê yên DAIŞ`î ku li gel Rêveberiya Xweser girtî bûn, radestî hikumeta Sûdanê kirin.

Serokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer, cîgirê wî Fener El-Kiêt, wezîrê erkdar û nûnerê wezîrê karên derve yê Sûdanê Bedir El-Dîn beşdarî civîna çapemeniyê bûn. Gelek dezgehên çapemeniyê yên herêmî û navneteweyî jî beşdarî civîna çapemenî bûn.

Di destpêka civînê de Fener El-Kiêt wesîqeta radestkirina her pênc zarokan ji hikumeta Sûdanê re ku tê de navên her 5 zarokan; Ebdsemid Hemze El-Hesen, Sêfallah Yasîn El-Hesen, Meryem Mihemed Bîlal, Meryem Mihemed Usama El-Bedrî û Fatime Yasîn Hemze El-Hesen hatibû nivîsandin, xwendin.

Li gorî wesîqetê rewşa tenduristî û fizîkî ya zarokan baş e û rastî zextên derûnî yan jî fizîkî dema li herêmên Rêveberiya Xweser bûn, nehatine.

Bedir El-Dîn Elî jî axivî û got: “Ji dema Meclisa Leşkerî ya Sûdanî rêveberiya Sûdanê dike, ev mezintirîn erk bû.” Elî spasiya Rêveberiya Xweser li ser radestkirina zarokan kir û hêvî kir ku ew welatiyên din ên Sûdanê ku di nava DAIŞ`ê de bûn, radest bikin.

Paşê Fener El-Kiêt û Bedir El-Dîn Elî wesîqeta radestkirina zarokan ji hikumeta Sûdanê re îmze kir. Piştre deriyê pirsan li pêşiya dezgehên çapemeniyê hate vekirin. Pirsên hatine kirin di çarçoveya têkiliyên Sûdanê bi Rêveberiya Xweser re, her wiha li ser çawaniya darizandina DAIŞ`ê li Sûdanê eger hemwelatiyên xwe yên di DAIŞ`ê wergirin û detayên radestkirina zarokan bûn.

Bedir El-Dîn bersiva yek pirsê da, ew jî ku têkiliya bi Rêveberiya Xweser re bi rêya rêxistinên li Sûdanê da ku zarokan wergirin, pêk hat.

Berdevkê Desteya Têkiliyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweser Kemal Akif ji ajansa me re wiha got: "Radestkirin li ser daxwaza malbatên zarokan bû, ji ber rewşeke wan a taybet heye, ew jî hemû zarok bav û dayikên wan tune ne."

Akif diyar kir ku wan hevdîtin bi şandeyeke Sûdanî re bi fermî kir û dê li ser wî esasî zarokan radest bikin û wiha got: "Bi vê gavê, dibe ya sêyemîn piştî radestkirina zarokên rûs û fransî."

(jo/kc)

ANHA


Mijarên Din