Rêveberiya Xweser 5 zarokên DAIŞ`ê yên firansî radestî şandeya Firanseyê kirin

Buroya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li ser daxwaza Firansayê û li gel hevkarî û koordîneya hevpar, 5 zarokên çeteyên DAIŞ`ê yên Firansî radestî şandeya derva ya Firasayê hatine kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Têkîliyên Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re ragihand ku wan 5 zarokên ku temenên wan kêmtirî 5 salî,  radestî Firansayê kirine.

Daxuyanî wiha ye;                        

“Li ser daxwaza hikumeta Firansayê, di çarçoveya hevkarî û koordîneya hevpar de, ji ber ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi mafên mirovan û hevpaymanên navdewletî ku mafên mirov diparêzin bawer dike, 5 zarokên DAIŞ’ê radestî Fransayê kirine. Ji ber ku zarok biçûk in, bê bav û dê ne û ji bo ku wan ji hawîrdora tundiyê û terorê derxînin, li ser daxwazên malbatên wan ên li Firansayê ew radestî Fransayê kirine. Aliyên berpirsyar ên Rêveberiya Xweser 5 zarokên ku temenên wan ji 5 saliyê kêmtir in di 14`ê Adara 2019`an de radestî şandeya derve ya Firansayê kirine.”

(şx)

ANHA

 

 


Mijarên Din