Rêveberiya Xweser 500 hezar ton genim û ceh wergirtiye

Miqdarên genim û ceh ên ku Rêveberiya Xweser di navendên xwe de wergirtine, miqdarên berê diyar kirine, derbas kirin û gihaştin 500 hezar tonî. Ji aliyekî din ve rêveberiya kirîna hilberîna ceh di navendên xwe de di asta 160 hezar tonî de rawestand.

Rêveberiya Xweser ji destpêka ragihandina pêşwazîkirina her du hilberînîn ceh di 25`ê Gulanê de û genim di 1`ê Hezîranê de 22 navend vekirin. Di nav de 6 ji bo wergirtina taybet a ceh diyar kirin. Di navîna meha Hezîranê de û piştî bidawîbûna xebatên sererastkirina depoyên El-Şirkirak û El-Aliya, 2 navendên din li herêma Firatê ji bo pêşwazîkirina hilberîna genim vekirin.

Hêza karîna navendan ji hev du cuda ye. Hinek jê têra hezar tonan dike (depoyên ji hesin) û hinek din jî têra 120 hezar tonan dike (depoyên ji çîmento).

Bi bidawîbûna meha yekemîn re ji wergirtina hilberînan, Rêveberiya Xweser ragihand ku di 6 navendan de wergirtin rawestandiye, ji ber ku êdî nikarin miqdarên zêde tê de dagirin. Ew navend ev in; depoyên li Dêrazorê, Eyn Îsa, El-Sexrat, El-Celebiye li herêma Firatê, Reqa û Tirbespiyê ya li Cizîrê. Ev depo biçûk in û tenê têra 10 heya 12 hezar ton dikin.

Ji bo hilberîna ceh, Rêveberiya Xweser piştî ragihandina pêşwazîkirina hilberînê bi 40 rojan prosesa wergirtinê di asta 160 hezar ton rawestand, ew jî ji ber pirsgirêkên depokirinê. Cotkar hilberîna ceh di tûrikên neylon de radestî rêveberiyê dikin. Ew tûrik jî rewşa hawayê zêdetirî 3 rojan tehemul nakin.

Her wiha Rêveberiya Xweser ji bo wergirtina hilberîna ceh 6 navendan li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin. Ew navend ne depo ne lê belê ambar in; navendek li Til Koçer, Mela Siyat, Sefih li herêma Cizîrê, Kebiş li Reqayê, El-Mehlec li Dêrazorê û El-Dihlîz li herêma Firatê.

Di hevdîtinek taybet de li gel ajansa me hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selam Barûdo destnîşan kir ku miqdarên hilberîna genim ku hatine wergirtin heta niha gihaştine 375 hezar ton. Barûdo destnîşan kir ku ew navend dikarin tevahiya hilberîna genim ji cotkarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wergirin.

Rêveberiya Xweser beşa yekemîn ji buhaya miqdarên ku ji cotkaran wergirtine li ser asta herêmên rêveberiyê; 40 milyar û 500 hezar lîreyên Sûriyê dan cotkaran.  Rêveberiya Xweser buhaya hilberîna genim a ku li navendên xwe wergirtine, di demekê de ku herî zêde 20 rojan ji dîroka wergirtinê dide cotkaran.

Rêveberiya Xweser ji bo kirîna hilberîna genim ji cotkaran 200 milyon dolar amerîkî diyar kiriye. Buhaya kîloya genim ji pileya yekemîn 160 lîreyên Sûriyê bi şerta ku pileya çaremîn ji 156 lîreyên Sûriyê ne kêmtir be, dikire.

Rêjeya wergirtina hilberînan di navendên wergirtinê de ji texmînên destpêka mewsimê kêmtir e. Li gorî berpirsan ev tişt vedigere 2 sedaman, a yekê şewatên ku di nav zeviyan de çêbûne û ya din cotkar hilberînan bi qesda bazirganiyê, êma sewalan û wek tov ji bo mewsima bê depo dikin.

Li gorî serjimariyên li ber destê Desteya Aborî û Çandiniyê di encama şewatên ku çêbûne zêdetirî 40 hezar hektar zeviyên genim û ceh şewitîne.

Rêveberiya Xweser di 4`ê Tîrmehê de biryar da ku zirarên cotkarên ku zeviyên wan şewitîne dabîn bike. Dabîn jî dê li gorî lêçûnê ne, li gorî qezencê be.

Prosesa wergirtina hilberîna genim ji cotkaran li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîna berdewam e.

(şx)

ANHA


Mijarên Din