Rêveberiya Xweser a Efrînê bang li civaka îslamî kir

Rêveberiya Xweser a Efrînê bang li gelên Bakurê Sûriyê kir ku yekrêziya li dijî dagirkeriya Tirkiyê çêkin, her wiha bang li civaka îsalamî kir ku bi erka xwe ya olî û exlaqî der heqê şermezarkirina dewleta Tirk de li ser sûcdariyên der barê mafên gelên herêmê û bi taybet Kurdên li Efrînê de rabe.

Bi rasthatina cejna Remezanê re Rêveberiya Xweser a Demokratîk  a Efrînê daxuyaniyek da û tê de cejna şêniyên Efrîn, Şehba û hemû civaka îslamî pîroz kir û wiha tekez kir: "Heta rizgarkirina Efrînê dê berxwedan bidome."

Daxuyaniyê rewşa şêniyên Efrînê li kampan tê re derbas dibin destnîşan kir, di heman demê de dewamiya sûcdarî û wêrankirinên dagirkeriya Tirkiyê der heqê gelên Efrînê de.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em cejna malbatên şehîdan, rêber Apo, gelên Efrîn û Şehbayê pîroz dikin. Her wiha bi vê boneyê, tevahiya civaka îslamî û gelên Rojava pîroz dikin. Em hêviya aramî û aştiyê ji Sûriyê re dixwazin, di heman demê de serkeftina vîna gel, israra gelê aşiqê azadî û bawermendên bi jiyana hevbeş a di navbera hemû ol û pêkhateyên xwest."  

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser tekez kir ku gelên Efrînê dê xwe radestî siyasetên dagirkeriyê nebin û israr û têkoşîna xwe ji bo rizgarkirina Efrînê berdewam bike. Daxuyaniyê di dewamê de bang li hemû pêkhteyan kir ku hevgirtî, hezker û lêborînê di nava xwe de ava bikin, di heman demê de li dijî dagirkeriya Tirkiyê yekrêziya xwe ji bo parastina xaka bi saya şehîdan hatiye bidestxistin, ava bikin û der barê kiryarên şerê taybet ku parçekirina gelan dike armanc, hişyar bin.

Di heman demê de daxuyaniyê bang li civaka îslamî bi taybet kir ku bi erka ya olî û exlaqî ji bo şermezarkirina dewleta Tirkiyê li ser sûcdariya der heqê gelên herêmê û bi taybet gelê Kurd li Efrînê, di heman demê de piştgiriya doza gelê Efrînê ya rizgarkirinê û vegera ewlehiyê li bajêr piştî ku şopên dagirkeriyê were rakirin, rabe.

Di dawiya daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser a Efrînê wiha got: “Em ê heta rizgarkirina Efrîn û hemû xaka Şehbayê şopdarên rêça berxwedanê bin. Ji ber ku ji bo me rêgezeke bingehîn e û em ê ji bo pêkanîna armancên xwe tu carî jê venegerin."

(eh)


Mijarên Din