Rêveberiya Xweser a Efrînê cejna Newrozê pîroz kir

Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê cejna Newrozê li tevahî gelê Kurd, bi taybet gelê ku ji ber êrişên dewleta Tirk koçber bûne, pîroz kir. Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de got: "Di derfetên piştî derbaskirina xeteriya berbelavbûna vîrus Koronayê de Newrozê bi girseyî pîroz bike."

Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Gelê Kurd û tevahî azadîxwaz cejna Newrozê ku sembola berxwedan û azadiyê ye di nava şerekî cîhanî de li ser asta aborî, leşkerî û biyolojîk û hestên berpirsiyariya dîrokî bi berdewamkirina têkoşînê pêşwazî dike."

Rêveberiyê wiha di daxuyaniya xwe de domand: "Em vê cejnê li rêber Ocalan, şehîd, malbatên şehîdan, gelê Kurd û bi taybet gelê me yên neçarî koçberiyê bûne û di kampên Şehbyê de xwe bi cih kirine û tevahî azadixwazan, pîroz dikin û dibêjin Newroza têkoşîn û berxwedanê gihaştina serkeftinê ye."

Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê der barê mijarê de wiha da zanîn: "Lêborînê ji gelê xwe  dixwazin ku derfetên me ji bo pîrozkirina vê cejnê bi awayekî giştî der heqê belavbûna vîrusa Korona ku tevahî cîhanê tehdîd dike de, nehatin peydakirin."

Rêveberiyê daxuyanî wiha bi dawî kir: "Em soz didin ku em ê cejna Newrozê piştî derfetgirtina derbaskirina aloziya Koronayê pîroz bikin."

 (bx)

ANHA


Mijarên Din