Rêveberiya Xweser a Efrînê cejna Qurbanê pîroz kir

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê cejna Qurbanê li koçberên Efrînê û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û hêviya ewlehî û aştiyê xwest.

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê bi boneya cejna Qurbanê daxuyaniyek da û cejn li hemû koçberên Efrînê, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û civaka îslamî pîroz kir.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de got tevî şerê heyî cejna Qurbanê pîroz dikin û tevî zehmetiyên rastî wan tên jî israra Rêveberiya Xweser a berxwedanê zêdetir dibe.

Rêveberiyê cejn li malbatên şehîdan, rêber Abdullah Ocalan, lehengên li eniyên şer, koçberên Efrîn û Şehbayê, hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, civaka îslamî û cîhanê pîroz kir û hêviya ewlehî û aştiyê ji Sûriyê re xwest.

Rêveberiya Xweser a Efrînê banga berxwedan û têkoşînê kir heta ku Efrîn û herêmên dagirî yên Sûriyê rizgar bikin.

)bx(

ANHA


Mijarên Din