Rêveberiya Xweser a Efrînê: Pêşî li qirkirina etnîkî bigirin

Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrîn, helwesta Rûsya û rejîma Sûriya ya ji van binpêkirinan şermezar kir. Rêveberiyê bang li raya giştî ya cîhanê kir ku pêşî li qirkirina etnîkî ya li Efrînê,  bigire.

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê li Kampa Berxwedan a navçeya Fafîn ya Şehbayê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di kombûnê de wêneyên komkujiyên Tirkiyê û çeteyên wê li dijî Efrînê û pankartên ku banga rawestandina qirkirina etnîkî dike, hatibûn vekirin.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê endamê rêveberiya xweser a herêma Efrînê Ebiduhemîd Bekrî ve û bi zimanê Erebî ji aliyê endama rêveberiya Desteya Jin a herêma Efrînê Zelox Reşîd ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin;

 “Bi destpêkirina aloziyê Sûriyeyê re, dewleta Tirk xewna xwe ya Osmaniya faşîst careke din nû dike bi rêya hewldanên kontrolkirina erdnîgariya dewletên derdorê û kolekirina gelên wan û li ser wê xwe destêwerdana Sûriyeyê. Pêre jî hemû terorîstên cîhanê pêşwazî û perwede kir û şand Sûriyeyê ji bo gelê ku roleke girîng di şaristaniyê û demokrasiyê lîstiye tune bike.

Piştî ku peytexta DAIŞ’ê ‘Reqa’  bi destê YPG’ê ,YPJ’ê û QSD’ê hate hilweşandin, dewleta Tirk biryar da ku wê tola zarokên xwe DAIŞ rake ji ber wê bi awayekî hov êrîşê xwe li ser Efrînê de pêk anî û Efrîn dagir kir û bi sed hezaran  ji niştecihên Efrînê koçber kir.

Ev zêdetirî salek derbas bû û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hemû rêbazên şer li hemberî  erdnîgarî û  gelê Efrnê berdewam e, kuştin, destgîrkirina gel, şewitandina xwezayê, rûxandina cihên kevnar, dizîna şûnwaran her wiha belavkirina nasnemeya Tirkî  li ser gelê herêmê bi armanca guhertina demografîk û tunekirina çand û zimanê heyî ye.

Ev kiryar bi lihevkirina û peymanên bewleta Rûsî re çêdibe yê ku berjewendiyên xwe yên taybet li ser gelê Sûriyeyê, gelê Kurd û yekbûna xaka Sûriyê re dimeşîne ji ber vê yekê jî em helwesta dewleta Rûsyayê şermezar dikn her wiha em li hemberî bêdengiya Sûriyeyê matmayî dimînin û di heman demê de em şermezar dikin ji ber ku tecrîbeya Lîwa El-Iskenderon wê careke din li Efrîn dubare bibe.

Her wiha em bêdengiya rêxistin û dewletan ji binpêkirinên li Efrînê têne kirin şermezar dikin û bang li raya giştî ya cîhanê û kurdan dikin ku erka xwe ya dîrokî pêk bînnin û komkujî û qirkirina etnîkî li Efrîn û tevahî Sûriyê têne kirin, rawestînin. ji ber ku bêdengiya wan derfetê dide Tirkiyê ku DAIŞ ji nû ve zindî bike. Hin rapor hene ku diyar dikin ku Tirkiyê DAIŞ bi renekî din ber bi Efrînê ve dişînin ku xeteriya wan li ser tevahî cîhanê heye.

Rêveberiya Xweser banga hişyariyê li hemû gelê Efrînê yên ku niha li Şehbayê dike ku li hemberî pêngavên şerê taybet ya dewleta Tirk bisekinin û heta rizgarkirina Efrînê bi erka xwe ya dîrokî rabin.”

ANHA


Mijarên Din