Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê komkujiya Til Rifatê şermezar kir

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Til Rifatê pêk aniye, şermezar kir û bang li rêxistinên hiqûqî, mirovî û civaka navdewletî kir ku bi erkên xwe rabin ku sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê rawestînin.

Têkildarî komkujiya ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlên li navçeya Til Rifatê ya bakurê bajarê Helebê ku di encamê de 10 qurbaniyên sivîl jê 8 zarok û 12 bîrîndar bûn, bertekên herêmî û cîhanî zêde dibin.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê îro daxuyaniyeke şermezarkirinê li ser komkujiyê da û bang li civaka navdewletî kir ku sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî gelê herêmê, rawestîne.

Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Firatê daxuyanî bi beşdariya endam û rêveberiyên saziyên Rêveberiya Xweser li pêş avahiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêmê, xwend.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê wiha ye:

"Dewleta Tirk a faşîst di êrişên li dijî gelê Sûriyê de, berdewam e. Her wiha dibe sedema kuştina bi hezaran ji sûriyan, pergendekirina bi milyon û wêrankirina bajar û gundan.  Dewleta Tirk bûbû cihê herî ewle ya terorên ji tevahî cîhanê. Ji destpêka aloziya Sûriyê de, komên tundrew perwerde û bi rêxistin kirin û derbasî Sûriyê kirin ku sûcên herî hov ji kuştin, dizîn wêrankirina bi mafên sûriyan, pêk bînin.

Dewleta Tirk xaka Sûriyê dagir kir, şêniyên resen koç kir. Her wiha jî demografiya herêmên dagirkirî, guherî. Hê jî komên terorsît ên girêdayî wê, binpêkirinên hovane li dijî mirovahiyê de pêk tînin.

Dewleta Tirk dijminatiya li dijî gelê Sûriyê ranewestandî. Her wiha êrişên wê li dijî xak û gelê Sûriyê, binpêkirineke eşkere ya tevahî peyman û mîsaqên navdewletî ne. Ew û çeteyê wê bi mafên sivîlan de komkujiyan pêk tînin û kiryarên teror, tirs, dizîn, talan û koçberkirinê, dikin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê bi mafên şêniyên Girê Spî, Efrînê û Serêkaniyê li pêş çavên tevahî cîhanê, rojane komkujiyan pêk tînin û vê dawiyê jî li Til Rifatê komkujî pêk anî û di encamê de qurbaniyên sivîl ku piraniya wan zarok in, çêbûn.

Em wek Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê komkujiya hovane ya bi mafên gelê me yê li Til Rifatê şermezar dikin û bang li civaka navdewletî, rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku bi erkên xwe rabin ku sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê bi mafên şêniyên me de, rawestînin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din