Rêveberiya Xweser aloziya aborî nîqaş dike

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di van kêliyan de li bajarê Amûdê aloziya aborî ku di nava çend mehên derbasbûyî de li Sûriyê qewimî, nîqaş dike.

Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mehbaş û Bêrîvan Xalid bi buro, komîte û desteyên aborî yên Rêveberiya Xweser re civînekê bi rê ve dibin. Civîn li navenda Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê ya li navçeya Amûdê li dar dikeve.

Hevserokên Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telat Yûnis û Nezîre Gewriye, hevserokên hemû desteyan, buro û komîteyên aborî yên her heft rêveberiyan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî civînê bûne.

Hate zanîn ku di civînê de aloziya aborî ya li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha sedem û alternatîfên ku vê aloziyê derbas bikin, tên nîqaşkirin.

Civîn ji dezgehên çapemeniyê re girtî ye. Tê payîn ku piştî civînê daxuyaniyek der barê encamên civînê de were dayîn.

(bx)

ANHA


Mijarên Din