Rêveberiya Xweser: Bakur û Rojhilata Sûriyê giyanê şoreşê parast

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: "Ji berpirsyariya exlaqî û niştimanî ye ku çareseriyek were peydakirin da ku dawî li aloziyê Sûriyê were û aramî û demokrasiyê pêk were. Herêmên Rêvebeirya Xweser aktora herî bi hêz a parastina giyanê şoreşê pêkhateyên Sûriyê ye."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wesîleya salvagera 9‘an şoreşa Sûriyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

 "Di rewşa zodarî, înkarkirin a ji ber desteserkirina mafên gel û pêkhateyan derketî, ji ber guhertina rewşa herêmî û navdewletî çirûska Buhara Gelan ji Tunsiê vêket û li gelemperiya herêmê belav bûn. Sûriyê ya ku navenda Rojhilata Navîn tê hesibandin, çîrûska şoreşê gihaşt wir, ji ber ku sedemên rastîn ji bo destpêkirina şoreşê tê de peyda dibin, bi taybet ji ber rewşa welêt ji gelek serdeman ve wiha ye. Daxwaza gel bi wan hîman re gihaştin hev. Ji ber zordestî û înkarkirinê gel ji bo azadiya xwe û guhertina li Sûriyê derket. Şoreş destpêkê aştiyane bû, lê ji ber mûdaxleya rejîmê û nebersivdana daxwazên xwepêşandarên aştiyane yên ji bo guhertin û ji ber destwerdanên herêmê û navdewletî ku şoreşer veguhertandin xeta çekdar, her wiha ji ber rewşa parçebûnê giyanê şoreşa rasteqîn a Sûriyê lewaz bû. Berjewendiyên kesayetî, ejnîdeyên herêmî bi xurtî derketin holê, ev aktor bi derketina rêxistinên radîkal ên tundrawî li hev derketin, encamên xeta şoreşê bi temamî hate guhertin. Hemwextî rola hêzên ku xwe wekî opozisyon temsîl dikin lewaz bû.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mekanîzmeya rêxistina gel û şoreşê hebû ku zemîna wî Serhildana 12‘ê Adarê danîbû. Ev herêm aktora herî xurt a parastina giyanê şoreşê ya ku pêkhateyên Sûriyê xwest. Her wiha herêmê hemû hewldanên têkbirina şoreşa demokratîk bersivdan ji ber ku nêrîneke stratejiya girt ku xwe ji şerê li ser desthilatdariyê dûr xist û girîng da guhertina aştiyane, demokratîk li Sûriyê na ku "Xeta sêyemîn".

Bi boneya salvegera 9‘emîn a Şoreşa Sûriyê em hemû şehîdên ku bi xwîna xwe Sûriye demokratîk parastine bi bîr tînin. Em di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de diyar dikin ku ji berpirsyariya exlaqî û netewî ye  ku kar ji bo peydakirina çareseriyekî were kirin ku dawî li aloziya Sûriyê werîne û aramî û demokrasiyê pêk bîne. Her wiha em diyar dikin dikin ku rejîma Sûriyê ya li Şamê û opozisyon bi ajnîdeyên herêmî ve girêdayî ne ji aktorên sereke yên kûrkirina aloziyê ye. Ya yekem rejîm guhertina qebûl nake û ya duyemîn opozisyon di projeyên herêmê û planên Tirkiyê de beşdar e ku îro xeteriyek pir mezin li ser Sûriyê û pêşeroja wî dike.

 

Şerê me yê li dijî terorê ji bingehên niştimanî Sûrî ye, me buhayê vê yekê bi xwîna bi hezaran ji şêniyên herêmê dan, di vê yekê de me hîna berdewam in. Teror û dagirkirina ji aliyê Tirkiyê ve xeteriyek pir mezin e, herdû aktor in kûrkirina aloziyê ne. Ji ber vê yekê em bang li hêzn niştimanî dikin ku erkên exlaqî û niştimanî ku dikeve ser milên wan bi cih bînin û bi lez bersiva perala terorê ya li Sûriyê bidin û ji bo derxistina dewleta Tirk û çeteyên wê ji herêmên dagirkirî bixebitin. Li gel van gavan lihevkirin û diyalogên Sûrî- Sûrî pêwîst in.

Di heman demê de em di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bang li hemû alî û hêzên siyasî û demokratîk ên ku bi çareseriya siyasî ya aştiyane bawer in û saziyên civakî û dewletên aktîv dikin ku ji pêkanîna çareserî, aramî  bixebitin û di radeya yekem de berpirsyartiya netewî esas bigirin. Her wiha em bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên wê dikin ku li gorî berpirsyartiyên dîrokî kedeke mezintir bide bi taybet di pêkanîna biryara 2254 de bixebite.

Em di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqez dikin ku ê mîsyonên xwe bi cih bînin em amade ne bi hemû aliyan re hevkarî û kar bikin ku li gorî berjewendiyên gelê Sûriyê û pêşeroja wî ya demokratîk be di bin sîwana hevkariya niştimanî bêyî dûrxistin an jî paşguhkirin."

ANHA


Mijarên Din