Rêveberiya Xweser bang li hemû saziyên xwe û gel kir: Zeviyan biparêzin

Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê, bang li hemû saziyên xwe, hêzên ewlehiyê û gel kir ku ji bo parastina zeviyan bikevin nava seferberiyê.

Têkildarî mijarê, serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê biryarnameyek  derxist.

Serokatiya Meclisa Rêveber di destpêkê de got: “Şewatên ku li herêmê rû didin, bi zanebûn tên kirin, di çarçoveya polîtîkaya şerê aborî de tê û quta gel û rizqê wî bi awayekî yekser dike hedef.”

Serokatiya meclisê bang li şêniyan, hemû saziyên Rêveberiya Xweser, hêzên Asayîşê û komîteyên gelêrî kir ku zeviyan bi şev û roj biparêzin û amadekariyên xwe bikin û hemû alav û traktoran ji bo vemirandina şewatên bizanebûn, hazir bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li derdora navçeya Serêkaniyê ya kantona Qamişlo agir bi zeviyan ketiye û şewat ji bin kontrolê derketiye.

(kc)


Mijarên Din