Rêveberiya Xweser bendên qanûnên gumirk guhertin û rojên betlaneyan diyar kirin

Meclisa giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 29`emîn rûniştina xwe ya qanûnî ya asayî de madeya 10`an a qanûna qeydkirina erebeyan û hin bendên qanûna betlane û boneyan a Rêveberiya Xweser, guhert. Her wiha erkdarkirina du endmên meclisa giştî, erê kir.

Meclisa giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûniştina xwe ya 29`an li dar xist.  Di rûniştinê de madeya 10`an a qanûna gumrikê û hin bendên qanûna Rêveberiya Xweser a betlane û boneyên fermî, guhert.

Rûniştin li hola civînan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya li bajarê Reqayê li dar ket. Hevserokên meclisa giştî Sîham Qeryo û Ferîd Etî, endamên desteya serokatiyê û nûnerên hevserokên meclisa rêveber a Rêveberiya Xweser Ferhad Şilbî û Emîne Osê  û piraniya endamên meclisa giştî, beşdarê bûn.

Rûniştinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Zozan Ibrahîm û Îlham Fezlî ji bo endamtiya meclisa giştî sond xwarin û li ser endamtiya wan dengdan û erêkirin pêk hat. Her du jinên navborî li şûna endamên berê Madlîn Xemîs û Lîliyan Ehmed ji aliyê meclisa zagonsaz a herêma Cizîrê ve ji bo endamtiya meclisa giştî, hatibûn hilbijartin.

Di berdewama rûniştinê de nîqaşên ji bo guhertina madeya 10`an a qanûna gumrikê hat kirin, ku tê de tê gotin ku pereyên gumrikê li gorî qanûn û biryarên meclisa giştî tên ferzkirin, guhertin û rakirin. Piştî guhertinê made bi vê rengî bû: "Pereyên gumirkê li gorî qanûn û biryarên hevserokatiya meclisa rêveber a Rêveber Xweser a  Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên ferzkirin, guhertin û rakirin."

Nîqaşên li ser guhertina hin bendên qanûna betlaneyan hat kirin. Piştî nîqaşkirina endamên meclisa giştî, piraniya beşdaran li ser diyarkirina roja 5`ê Cotmehê ku cejna mamosteyan e, wekî betlaneyeke fermî li dibistan û zanîngehan pejrand.

Her wiha beşdaran li ser diyarkirina roja 21`ê Adarê ji bo pîrozkirina cejna Newrozê û 13`ê Gulanê ji bo cejna dayikan, wekî rojên betlaneya fermî pejirandin.

Hêjayî gotinê ye ku îro rûniştina yekem a meclisa giştî piştî belavbûna Koronavîrusê bû. Di rûniştina 28`ê Adara borî de meclisa giştî li ser her du qanûnên qeydkirina erebeyan û qanûnên peymanan erê kir û Ehmed El-Yûsif wekî hevserokê desteya diravî li şûna Welat Hac Elî erkdar kir.

(cx)

ANHA


Mijarên Din