Rêveberiya Xweser bi awayekî demkî dergehên Tayha û Tebqayê ji nû ve vekirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê cara duyemîn e bi awayekî demkî dergehên Tayha û Tebqayê jinûve vekirin û rê li pêş çûn û hatin vekir.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara bi hejmara /55/ ya têkildarî jinûve vekirina dergehên Tayha û Tebqayê bi awayekî demkî da, ku dê ji 31’ê Gulanê heta 4 Hizîranê bidome.

Di biryarê de rêveberiyê bal kişand ser pêwîstiya pêkanîna qanûn parastina tenduristî.

Dergehên Tayha û Tebqayê di 19’ê Gulanê heta 26’ê heman mehê bi awayekî demkî hat vekirin.

Dergeha Tebqa li herêma Tebqa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, lê dergeha Tayha li başûrê herêma Minbicê ye, her du dergeh herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi herêmên hikumeta Sûriyê ve girê dide.

(fr)


Mijarên Din