Rêveberiya Xweser bi boneya Çarşema Sor biryarnameyek derxist

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Çarşema Sor biryarnameyek derxist û diyar kir ku roja çarşemê ji hemû saziyên fermî re betlane ye.

Di biryarnameya Meclisa Rêveber a Rêvberiya Xweser de wiha hate gotin:

"Bi boneya cejna derketina Fransayê ji Sûriyê û bi boneya Çarşema Sor (sersala êzidiyan), hemû navend û saziyên fermî yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bilî saziyên ku karê wan berdewamiyê dixwaze, roja çarşemê 17`ê Nîsana 2019`an dikin betlane."

(bx)

ANHA


Mijarên Din