Rêveberiya Xweser bi şêniyên gundewarên Reqayê re civiya

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Sivîl a Reqayê û Meclisa Sûriye Demokratîk civînên bi armanca naskirina pirsgirêkên gel û şîrovekirina geşedanên siyasî û leşkerî yên didomîne.

Civîn ji şêniyên herêma xeta El-Şamiye li başûrê gundewarê Reqayê re hate lidarxistin. guhdarî nêrîn û pêşniyarên wan kir.

Şêxên êlên xeta El-Şamiye, kesayetên siyasî û endamên saziyên sivîl tev li civînê bûn. civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş axivî û geşedanên dawîn ên siyasî li herêmê bi taybet êrişa artêşa Tirk a dagirker û binpêkirinên wê yên domdar li ser bakurê Sûriyê şîrove kirin.

El-Mihbaş diyar kir ku li piraniya erdnîgariya Sûriyê gelek pêşketinên siyasî û leşkerî bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, herêmên ku rejîma Tirkiyê bi rêya "kaniya aştiyê" hewl dide careke din Sûriyê dagir bike.

El-Mihbaş wiha domand: "Tirkiyê êrişên xwe yên hovane li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Cîhan jî tenê li êrişan temaşe dike. "

El-Mihbaş bang li civaka navdewletî kir ku êrişa hovane li ser hermên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar bike.

Her wiha El-Mihebaş di axaftina xwe de bang li tevahiya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku netirsin û bi îdiayên radestkirina Rêveberiya Xweser herêman ji hikumeta Sûriyê re neyin xapandin. Her wiha teqez kir ku ji xebatên rêveberiyê yên siyasî û leşkerî yên sereke parastina destkeftiyên şehîdan e.

Girêdayî lihevkirina di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê de El-Mihbaş destnîşan kir ku lihevkirinê tenê leşkerî ye û ji bo parastina sînorên Sûriyê bi Tirkiyê re hat û got: "Rêveberiya Xweser azadî û parastina axa Sûriyê hêvî dike û tu carî parçebûn  armanc nekiriye."

Piştre deriyê nîqaş û pirsan ji şêniyan re hate vekirin. Ji aliyê xwe ve şêniyan li ser yekitiya tevahiya nêrînên siyasî û leşkerî li Sûriyê ji bo şerê êrişkerê Tirk û rizgarikirina herêman di serî de Girê Spî, Serêkaniyê û Efrîn û herêmê din teqez kirin.

Girêdayî rewşa xizmetguzarî hate teqezkirin ku ruxmî derfetên kêm lê Meclisa Sivîl gavên mezin di tevahiya astan de li bajarê Reqayê avêtine.

Têkildarî rewşa ewlehiyê, beşdaran pesna ked tevahiya hêzên ewlehiyê li herêmê ji bo têkoşîna li dijî şaneyên veşartî yên girêdayî DAIŞ û Tirkiyê yên ku di vê dawiyê de ji ber mijulbûna QSD`ê bi Berxwedana Rûmetê li hemberî dagirkeriya Tirk dan.

(şx)

ANHA


Mijarên Din