Rêveberiya Xweser bi şêniyên Şedadê re civiya

Endamên Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê bi armanca ku li nêrîn û daxwazên şêniyên navçeya Şedadê guhdar bike û sedemên derengmayîna di hinek xizmetguzariyan de civînek lidar xist.

Li ser xwesteka şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê komîteyên ji desteyên Rêveberiya Xweser hat erkdarkirin da ku bi meclisa navçeya Şedadê, bajarok û gundewarên wê re, bicive, îro bi şêniyên navçeyê re civiya. Civîn li avahiya Meclisa Gel a Navçeya Şedadê hate lidarxistin.

Di civînê de endamên Meclisa Rêveber ên nûnertiya desteyên girêdayî meclisê rewşa giştî ya hemû desteyan, karên wan, kêmasiyên ku derketine nirxandin. Ji aliyekî din ve jî stratîjiya xebatên li navçeya Şedadê, Erîşa, Deşîşe, Mergerda û gundewarên derdorê, şêrove kir.

Rêveberê Gerînendeyê Navenda Enerjiyê ya herêma Cizîrê Ekrem Silêman aixivî û diyar kir ku hemû gazincên şêniyan ku hatine pêşkêşkirinê cihê rêzdariyê ye, hêja ne ku li ser wan were sekinandin.

Silêman destnîşan kir ku enerjiya kehrebeyê ji bo Şedadê ne baş bû, xwestekên welatiyan bi cih ne dianî, ji ber gelek amûdên kehrebeyê ji ber şer û rûxandina çêbû xirab bûn.

Silêman got:"Li hindek gundan toroyên kehrebyê yên xirabûyî hatin sererastkirin. Lê ne li gorî dihat xwestin çêbûn. Ji ber jenetor û xetên toreyan bi zehmetî têne peydakirin. Her wiha stasyona sereke ya deriyê têketina navçeyê hatin sererastkirin. Em weke Desteya Enerjiyê soz didin şêniyên ku em ê çareseriyan bibînin û kehrebeyên bi awayekî domdar di nava çend rojên li pêş de peyda bikin."

Girêdayî mijarê Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Salih Ebdo ji bo rûxandina dibistanan xemgîniya xwe diyar kir her wiha soz da ku ew ê di zûtirîn dem de wan sererast bikin û têxin xizmtê. Ebdo destnîşan kir ku meteriyalên Rêveberiya Xweser bi 3 zimanên fermî (Erebî, Kurdî û Suryanî) hatine çapkirin.

Ebdo her wiha diyar kir ku tevî dibistan û zanîngeh li Rojava hatine vekirin û ev yek destkeftiyeke pir mezin e, lê di aliyê perwerdeyê li navçeya Şedadê û navçeyên derdora wê de kêmasî hene û got ew hewl didin ber pêkanîna armacnn baş ve diçin.

Hevseroka Desteya Tendirûstî Menal Mihemed jî destnîşan kir ku dê aliyê tendirûstiyê li navçeyê baş bikin, dê navend û nuqteyên tendirûstiyê vekin û ji bo amadekirina nexweşxaneya mezin a Şedadê bixebitin. Her wiha mekanîzmeya xebat û zehmetiyên ku rastî wan tên diyar kir.

Hemû xwestekên şêniyan ku di civînê de hatin pêşkêşkirin ew bû ku aliyê xizmetguzarî û tendirûstî li herêmê ber bi başbûnê ve biçe her wiha firneyên mezin werin vekirin û arvan ji wan re were peydarkirin.

Di dawiyê de şêniyan gotin ew bi hêvî ne Rêveberiya Xweser xwestekên wan bi cih bînin û sozên dane wan pêk bînin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din