Rêveberiya Xweser bihayên genim û ceh diyar kirin

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bihayên mewsimên zivistanê yên îsal ji ceh û genim diyar kirin.

Di Navenda Desteyan a Rêveberiya Xweser a navçeya Eyn Îsayê de bi beşdarbûna hevserokên Meclisa Rêveber Abid Mihbaş û Bêrîvan Xalid, hevserokên Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barod û Emel Xizêm, hevserokên Desteya Darayî Selwa Sîd û Welat Hac Elî û nûnerên Yekitiya Cotkaran a 7 rêveberan, civînek hat lidarxistin.

Civîn bi nîqaşa lêçûnên mewsima niha ji cot, tov, semad û hwd hat kirin. Her wiha der barê zeviyên avî û bejî û li gel hesabkirina kirêya patozê jî hat kirin.

Piştî nîqaşeke dirêj bihayên genim û ceh hatin diyarkirin. Bihayê kiloya genim wek 150 lîre û yê ceh jî 100 lîreyên Sûriyê ye û li gorî başbûnê ku ji hêla komîteyên pispor ên navendên wergirtinê ve tê diyarkirin, bihayê mewsimê disekine.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rohilatê Sûriyê ragihandibû ku amadehiya xwe ya pêşwazîkirina tevahî mewsimên genim û ceh ji cotkaran werbigire, kiriye. Di vê derbarê de jî 200 milyon dolar tenê ji bo kirîna mewsima genim hatiye amadekirin.

Desteya Aborî û Çandiniyê pêşbînî dike ku îsal dê mewsimên genim bigihîne milyonek û 100 hezar tonî û yê ceh bigihîne milyonek û 500 hezar ton. Ew jî li gorî ku komîteyên çandiniyê yên 7 rêveberiyan diyar kirine.

(fr)

ANHA


Mijarên Din