Rêveberiya Xweser biryar ji bo derbaskirina aloziya aborî girt

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiya civîna xwe de ya ku li bajarê Amûde lidar xistiye de, rêzebiryarên girîng ji bo derbaskirina bandorên aloziya aborî ya ku li herêmê rû dide, girtin.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid îro civînek berfireh bi buro, komîte û desteyên aborî yên Rêveberiya Xweser re li avahiya meclisê li navçeya Amûde lidar xist. Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Talat Yunis, Nazîre Gewriye, hevserokên tevahiya deste, buro û komîteyên aborî yên heft rêveberiyên herêmên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê tev li civînê bûn.

Di civînê de rewşa aborî ya Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet tevî sedem û rêyên derbaskirina aloziya aborî hatin nîqaşkirin.

Civîn ji dazgehên çapemeniyê re girtî lidar ket û piştî çend saetan Ebid El-Mihbaş encamnameya civînê di kongreyek çapemenî de eşkere kirin. Jê yên herî girîng:

`Rêveberiyê biryar da wê piştgiriya madeyên xwarinê yên sereke bike mîna çay, şekir, riz, zêt, şîrê zarokan û madeyên din bike. Made wê bi buhayên guncaw li ser şêniyan bên belavkirin. Tevî ku wê tu guhertin di bihayên sotemenî, nan û amûrên veguhestinê de çênebin. Her wiha rêveberiyê wê çavdêriya zemhêrê di sûkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de zêde bike da ku bihayan kontrol bike û rê li pêşiya lîstina bi bihayan bigire.

El-Mihbaş destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser biryar da ku wê "Şaneyek aloziyê" ava bike da ku rewşa aborî ya awarte bişopîne. Her wiha ji bo ku biryaran bi lez bigire da ku rê li pêşiya bikaranîna gel were girtin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Rêveberiya Xweser wê hewl bide desteka berhemên herêmî bike bi armanca ku rêgeza xwetêrkirinê pêk bîne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din