Rêveberiya Xweser biryara zêdekirina mûçeyên karmendan da

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara zêdekirina mûçeyên karmendên di saziyên Rêveberiya Xweser de û piştevaniya projeyên aborî da.

Desteya Serokatî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê re civiya. Civîn li avahiya meclisê ya navçeya Amûdê hate lidarxistin.

Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Ebd Hamid El-Mihbaş û cîgirên wan, hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Tehlet Mûsa û hevserokên deste, rêveberî û buroyên meclisê di civînê de amade bûn.

Hevserok El-Mihbaş diyar kir ku desteya serokatiyê li herêma Cizîrê gelek civîn ji bo nirxandina geşedanan li dar xistin û bi bîr xist ku desteyê ji bo dema bê bernameyek daniye da ku li nêrîn û pirsgirkên gel guhdar bike.

Di civînê de mijarên wekî girtina tedbîrên ji bo sivikkirina barên aloziya aborî, bi taybet piştî ku Qanûna Qeyser kete meryetê hatin nîqaşkirin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid ji ANHA‘yê re axivî û got: "Qanûna Qeyser dê bandorê li herêmê bike, ji ber ku gel bi lîreyê Sûriyê didin û distînin. Gelek civîn li herêma Cizîrê ji gel re hatin lidarxistin. Nêrîn û pêşniyarên wan girêdayî rêbazên sivikirina barên aloziya aborî hatin girtin.”

Bêrîvanê destnîşan kir ku di civînê de rêbazên çareserkirina pirsgirêka nan, piştgiriya projeyên biçûk, pêşxistina aboriya civakî û peydakirina avê ji kantonê re hatin nîqaşkirin.

Bêrîvanê eşkere kir ku di civînê de biryar hate girtin ku fonên karmendên saziyên Rêveberiya Xweser bêne zêdekirin, bihayên enternetê kêm bibe, destekê bidin projeyên biçûk, navendên frotina madeyan vekin, çavdêriya dikanên guherîna pereyan bikin û rê li pêşiya keysbaziyê bigin û piştgiriya projeyên çandiniyê bikin.

Bêrîvan îşaretpê kir ku Rêveberiya Xweser di rojên pêşiya me de dê deteyên biryarên hatine girtin ragihîne.

ANHA


Mijarên Din