Rêveberiya Xweser buheyê genim kir 315 Lîreyèn Sûrî

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê buhayê genim bi 315 lîreyên Sûrî diyar kir. Her wiha ragihand ku ew ê berhemên ceh jî bikire.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ji bo buheyên berhemên genim û ceh civînek lidar xist.

Civîn li ser xwesteka yekîtiya cotkaran, saziyên aborî yên girêdayî Desteya Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hat lidarxistin. Di civînê de buheyên genim bi 315 lîreyên Sûrî hat diyarkirin beriya wê jî rêveberiyê buheyê genim bi 225 lîreyan diyar kiribû.

Her wiha di civînê de buheyên berhemên ceh hat nîqaşkirin û hat diyakririn ku dê her 1 kîlo ceh bi buheyanê 150 lîreyên Sûrî bikire.

Ev biryar hat girtin piştî ku lîreya Sûrî li beramberî pereyên biyanî pir daket her wiha bazirganan, keysbazî li ser cotkaran ji bo berhemên ceh û genim kirin.

bx

ANHA


Mijarên Din