​​​​​​​Rêveberiya Xweser dê nirxê kirîna genim nîqaş bike

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi mijara nîqaşkirina nirxê kirîna genim banga civînekê li hemû desteyên aborî, komîte û yekitiyên cotkaran kir.

Banga Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya civînê ji ber ne îstîqara nirxên dolara amerîkî li beramberî lîreya Sûrî ya ku kêm dibe, hat.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara /363/ derxist. Di biryarê de hate got: "Ji bo hemû rêveberiyên xweser û sivîl ên demokratîk.

Ji ber îstîqrarnebûna nirxê dolar, ji we tê xwestin ku tevahî deste, komîteyên aborî û şandinî û yekitiyên cotkaran agahdar bikin da ku mijara nirxê kirîna genim ê mewsimê çinînê yê heyî di ber çavan re derbas bikin û encamên civînê bi lez ragihînin Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, da ku civîneke berfireh ji bo diyarkirina buhayê guncaw were lidarxistin."

Di navîna Nîsana borî de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxê kirîna kîloyek genim bi 225 lîreyên Sûrî diyar kir, li gel ku radeya başbûnê di ber çavan re were derbaskirin.

ANHA


Mijarên Din