Rêveberiya Xweser dê tawîzan bide kesên ji ber şewatan ziyan dîtine

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara tawîzdayîna kesên ji ber şewata zeviyan ziyan dîtine erê kir.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya mehane li avahiya Desteyên Rêveber a li navçeya Eyn Îsayê li dar xist.

Hevserokên Meclisa Rêveber Bêrîvan Xelid û Ebid Hamid El-Mihbaş û cîgirên wan, hevserokên deste û buroyên Rêveberiya Xweser û hevserokên meclisên zagonsaz ên rêveberiyên xweser û sivîl di civînê de amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdan, beşdaran rewşa siyasî nirxandin.

Hevserokê Meclisa Rêveber Ebid Hamid El-Mihbaş navaroka serdana wan ji bo Cinêvê şîrove kir û bi gaveke erênî ji bo siberoja Sûriyê bi nav kir.

Di civînê de raporên hemû deste û meclisên rêveber ên meha Hezîranê hatin nirxandin, pirsgirêk û astengî hatin destnîşankirin û ji bo çareserkirinê pêşniyar hatin pêşkêşkirin.

Meclisa Rêveber ji nûnerên bûro û desteyan xwest ku komîteyên sotemeniyê aktîv bikin da ku xizmeteke hê baştir pêkêş bikin bi taybet ji bo destekdayîna bi cotyaran re.

Piştî nîqaşên berfireh Meclisa Rêveber biryara ku tawîzan bidin cotkarên ji ber şewatan ziyan dîtine erê kir. Meclisê ji bo dê desteka diravî bide û hewl bide ku rêxistinan jî destekê bide.

Rêveberiya Xweser demên berê ji bo tawîzdayînê komîteyek jimartina rêjeya zeviyên hatin şewitandin ava kir.

Rêveberiya Xweser di raporekê de diyar kiribû ku rêjeya xisara ji ber şewata zeviyên heta 16‘ê Hezîranê 19 milyar lîreyên Sûrî, yanî 42 hezar hêktar e.

ANHA


Mijarên Din