Rêveberiya Xweser: Daxuyaniya rejîmê nakeve xizmeta Sûriyê

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku daxuyaniya ku ji aliyê rejîma Sûriyê ve derketin, nakevin ber xizmeta Sûriyê.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkildarî daxuyaniya rejîma Sûriyê ku QSD`ê bi kuştina sivîlan tawanbar kiribû, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Bêguman şerê serkeftina li dijî DAIŞ`ê di dîroka Sûriyê û herêmê de pêvajoyeke dîrokî ye. Di roja îro de jî pratîka wê di rewşa îstiqrara li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de diyar dibe,  ku ew jî rola girîng a QSD û Rêveberiya Xweser di parastina herêmê de û parastina yekbûn û îstiqrara Sûriyê de diyar dike. Mirov dikare bibêje ku erka exlaqî û welatparêzî di asta yekemîn de pêk anîn ku heta niha jî di çarçoveya têkoşîna li dijî şaneyên terorîst de bi koordîneya bi Koalîsyona Navneteweyî re, berdewam e.

Xîtaba negatîf a rejîma Sûriyê li dijî Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û kedên di çarçoveya parastina istiqrar û yekbûna civakî de tê dayîn, nexasim xîtaba herî dawî ya ku Wezareta Derve ya Rejîmê di 13-05-2019`an derxistiye û nameyên ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariya Navneteweyî re hatine rêkirin û tiştên ku tê de hatine gotin ku  agahiyên ku der barê Hêzên Sûriya Demokratîk ku ew weke xayin û berpirsê -qaşo- komkujiyan bi nav kiriye, her wiha tiştên din ên di gilînameyê de hatine gotin ji rastiyê dûr in.

Ev xîtab nakeve xizmeta Sûriyê, berovajî wê desteka yekser dide hemû keda ku dixwazin welatê Sûriyê parçe bikin û binpêkirinên ku ji aliyê hin aliyan ve ji bo derbkirina kedên ji bo çareseriyê û  demokratîk veşêrin. Bê ku em ji bîr bikin hema helwest li dijî hevdîtina ku êl û şêxên herêmê di komxebata Eyn Îsayê 3`yê Gulanê de lihev kom kirin, derket  holê. Diviya bû ku ked û dengê Şamê bikeve xizmeta istiqrar û yekbûna axa Sûriyê û rizgarkirina axê ji dagirkeriyê û terorê, ne berê wê bide keda me ya ji bo çareserî, istiqrarê û tunekirina terorê û avakirina civakeke hevgirtî.

Salên ji teror, wêrankirin, qetilkirin û koçberkirin li Sûriyê, her wiha li hemberî hebûna dagirkerekî li ser axa Sûriyê û êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê û hewldanên wê yên îro ji bo qutkirina wê ji erdnîgariya Sûriyê bi rêya avakirina dîwarekî ya ku hevpeyman û qanûnên navneteweyî binpê dike, me dengek ji rejîma Sûriyê nebihîst û rejîmê gilîname ji Meclisa Ewlehî û NY re heta niha rênekiriye.

Em wek Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çareseriya pirsgirêkên xizmetguzarî li hemû herêmên Sûriyê bi bawer in û ew jî beşekî giring ji berpirsyartiyê ye. Bûyerên ku li hin herêmên Dêrazorê niha rû didin, wekî bûyerên ku li herêmên din ên Sûriyê mîna li Şamê bi xwe jî rû didin. Lê hinek alî hene ku hin pirsgirêkên xizmetguzarî keyspaz bikin da ku fitne û alozî di navbera zarokên yek welat de derxin, ev yek jî nayê qebûlkirin.  Giringdayîna rejîma Sûriyê û istismarkirina van bûyerên bi mebest û bi rêya hin komên kirêkirî, gelek name û pilanên ku nakevin xizmeta gelê Sûriyê bi xwe re tîne û bi awayekî şaş rêgezên berpirsyartî yên welatparêzî digirin dest.

Em wek Buroya Derve xîtab û zimanê negativ ê rejîma Sûriyeyê red dikin û diyar dikin ku xebatên Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk di xizmta ewlehiyê de hîna berdewam e. Herêmên me herî bêtir amade ye ji ber ku ji vir çareseriya niştimanî ya Sûriyeyê destpê kir. Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk roleke girîng û dîrokî di şerê li dijî terorê û avakirina ewlehiyê de dilîzin, herêmên me ewle û arman in, zêdeyî 5 milyon kes ji pêkhateyên cûda ên Sûriyeyê lê dijîn, di heman demê de derkeftin rasteqîn ên xizmeta gelê me peyda dibin. Lî rejîma Sûriyê destekê dide kesên ku hewl didin li hin herêmên Dêrazorê yekitiya Sûriyeyê derbe bike. Di vir de em balê dikşînin ser hişyariya gel û eşîrên me ji van planan û helwesta wan a diyar di jiyana hevbeş û sekina wan li hember hemû gefên li dijî hefgirtina gel.

Careke din em teqez dikin ku em beşek ji welatê Sûriyeyê ne, em banga diyalog û çareseriya ku bikeve xizmeta gel û ewlehiya herêmê dikin. Em teqez dikin ku danûstandin rêya herî serkeftî ya çareserkirina nakokiyan bi Şamê re ye, lê reşkirina rastiya rola me û ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk, her wiha têkoşîna gelê me ji hemû pêkhateyan Ereb, Kurd, Suryan, Asur, Ermen, Tirkmen û hwd ne rêya xizmeta pêşeroja Sûriyê û gelê wê ye. Di heman demê de zimanê ku bi kar tîne dibe ku nakokiyan mezin bike û danûstandinên çareseriyê asteng bike.”

(kc)

ANHA


Mijarên Din