Rêveberiya Xweser derfet da hin nexweşan ku li derve werin dermankirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarnameyek ji rêveberiyên xweser û her heft rêveberiyên sivîl re şand ku derbasbûna hin nexweşan ji derveyî herêmên Rêveberiya Xweser re hêsan bikin.

Di biryarnameya Rêveberiya Xweser de ku duh ji rêveberiyên xweser û her heft rêveberiyên sivîl re hate şandin, hate gotin ku derbaskirina hin rewşên mirovî ku derkevin derveyî herêmên Rêveberiya Xweser li gorî belgeyan û şertên hatine diyarkirin, hêsan bike.

Nexweşiyên ku di biryarnameyê de hatine diyarkirin, wiha ne: Nexweşiya kansêrê, rewşên şewitandinê bi pileyên duyemîn û sêyemîn, nexweşiyên dil û rewşên giran ku li herêmên Rêveberiya Xweser nayên dermankirin.

Rêveberiya Xweser di biryarnameya xwe de da zanîn ku divê rapora tenduristiyê ji bijîşkan tevî belgeyên pêwîst werin wergirtin.

Her wiha bijîşkên ku rewşê dişopînin diyar bikin ku derfetên fenî ji bo dermankirina rewşê tune ne û pêwîstî bi dermankirina li derve heye.

(bx)

ANHA


Mijarên Din