Rêveberiya Xweser dergeha Ewn Dadat ji aliyekî ve vekir

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û Gundewarên wê dergeha Ewn Dadat ku Minbicê bi herêma Cerablusê ya dagirkirî ve girê dide ji aliyekî  ve vekir.

Vekirina dergehê li ser  biryara Rêveberiya Xweser hate pêkanîn, ku di biryarê de hate destnîşankirin ku ji îro û heta 30yê mehê ji bo şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kesên xwedî nasnameya şexsî, nasnameya rûniştinê û nasnameya derbidariyê vekirîbe û kesên derbas bûne jî dikarin bi kartên berê pê serdan kirine derkevin.

Rêveberiyê diyar kir ku tenê derbaskirin ji dergeha Ewn Dadat ve ye û dê Rêveberiya Minbicê Komîteya Tenduristiyê erkdar bike ku kesên ji derveyî sînorê Rêveberiya Xweser derbas bibin testan ji wan re çêkin.

Vekirina dergehê tenê ji aliyê rêveberiya li Minbicê ve ye û dê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve girîtî be. Her wiha hat şopandin ku îro tevgera çûn û hatinê tune bû.

Ji ber vîrusa Korona li seranserî cîhanê berbelav bû, ji Adara îsal ve dergeh hatibû girtin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din