Rêveberiya Xweser di civîna xwe ya mehane de rêjeyek biryar dan

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya mehane li dar xist, têkildarî pêşxistina warê xizmetguzariyê rêje biryar dan.

Hevserokên Meclisa Rêveber Ebd Hamid El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid û cîgirên wan, nûnerên hemû deste û buroyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  û hevserokên her 7 rêveberiyên xweser û sivîl di civînê de amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, beşdaran rewşa siyasî têkildarî rewşa Idlibê, daxuyaniyên rêveberiyên dawî yên rêveberiya dewleta Sûriyê, rewşa koçberan û girîngiya peydakirina makanîzmeyekê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ‘ê yên girtî, nirxandin.

Beşdaran anîn ziman ku daxuyaniyên dawî yên serokê dewleta Sûriyê yên der barê înkarkirina doza kurdên li Sûriyê de diyalogan asteng dikin û nakokiyan kur dike her wiha temenê aloziya Sûriyê dirêj dike. Beşdaran gotin, zihniyeta ku rejîma pê difikire sedema sereke ya şer û krîza li welat e.

Beşdaran diyar kirin ku hîna bi diyalogên navxweyî ve girêdayî ne ku tekane çareserî ji aloziyê re dibînin. Her wiha bang li rêveberiya dewleta Sûriyê kirin ku formeke lihevkirinê bi Rêveberiya Xweser re li ser xaka niştimanî peyda bike û gotin ku diyalog dê yekrêzî û yekitiya xaka Sûriyê biparêze û ji terorê re bibe bersiv.

Di civînê de bal hate kişandin ser rewşa koçberên ji Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê, hate gotin ku divê Neteweyên Yekbûyî û dewletên eleqedar garantiya vegera ewle ya koçberan bidin.

Her wiha derbarê çeteyên DAIŞ‘yê yên girtî, gotin divê foromek ji bo darizandina wan were dabînkirin.

Piştre, her rêveberiyek, deste û buroyan rapora xebatên xwe ya mehane nirxandin û radestî Desteya Serokî ya Meclisa Rêveber kirin.

Beşdaran biryara pêşxistina qadên çandinî, avdan, tenduristî, perwerde û fêrkirin da û bûdceyek ji wan veqetandin. Her wiha biryara destekdayîna bi projeyan da.

Beşdaran her wiha li ser aktîvkirina dezgehên çavdêriyê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev kirin û biryar dan ku dezgehek zimhêrê ji bo kontrolkirina buhayan û çavdêriya sûkan dan.

ANHA


Mijarên Din