Rêveberiya Xweser di her qadî de gavên mezin avêtin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava salekê de di her qadî de gavên mezin avêtin. Rêveberiya Xweser a bi 3 meclis û 7 rêveberiyan dixebite bi tecrûbeya xwe ya serkeftî û pêşeng dikarîbû gelek şandeyên navdewletî bi aliyê xwe ve bikşîne.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di encamên pêkanîna biryarên Kongreya Sêyemîn a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) de ya ku di 16‘ê Tîrmeha 2018‘an de li bajarê Tebqayê hatibû lidarxistin, hate ragihandin.

Di kongreya MSD‘ê de komîteyek rêveber hate avakirin, erka komîteyê ew bû ku di warî xizmetguzariyê de di navbera herêmên rizgarkirî û rêveberiyên xweser de koordîne bike.

Di civînekê de ku li avahiya MSD‘ê hatibû lidarxistin û  ji 7 rêveberiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 70 kes beşdar bibûn komîteyek amadekar a avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya di 6‘ê Îlona 2018‘an hate damezirandin, hate avakirin.

Di civînê de her wiha Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 70 endaman pêk tê, hate avakirin. Ji vê hejmarê 49 endamên meclisên qanûnsaz ên rêveberî û meclisên sivîl ên herêmên rêveberiya xweser in û 21 ji kesayetên pispor xwedî tecrûbe in.

Meclisa Giştî dema pêwîst bi pejirandina sîstem û qanûnên ku Meclisa Rêveber derdixîne an jî pirsgirêk û zehetmî li karê rêveberiyan de an jî pirsgirêkên şêniyan de dicive û li gorî piraniya dengan biryaran dide.

Di civînê Sîham Qeryo û Ferîd Etê wekî hevserokên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hilbijartin. Her wiha endamên dîwana meclisê ku ji 5 kesan pêk tê jî hatin hilbijartin. Bêrîvan Xalid û Ebd Hamid El-Mihbaş wekî hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hilbijartin.

Sîstema Meclisa Rêveber

Heveserokên Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid û Ebd Hamid El-Mihbaş ji bo avakirina deste û buroyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin erekedakririn.

Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sazûmaniya xwe ya rêxistinî de ji 10 deste û 7 buro û daîreyekê pêk tê; Desteya Aborî û Çandinî, Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Desteya Rêveberiyên Herêmî, Desteya Darayî, Desteya Çand û Huner, Desteya Tendirûstî û Ekolojî, Desteya Karûbarên Civakî û Desteya Jinan, Desteya Hundirîn û Desteya Ciwan û Werzîşê."

Buroyên girêdayî Meclisa Rêveber jî 7 in "Buroya Parastinê, Buroya Ol û Baweriyan, Buroya Ragihandinê, Buroya Petrol û Berhemên Binerd, Buroya Geşpêdan û Planan, Buroya Karûbarên Mirovî û Daîreya Têkiliyên Derve".

Li ser pêşniyara Hevserokatiya Buroya Têkiliyên Derve navê Buroyê bû Daîreya Têkiliyên Derve. Pêşniyar di civîna 7‘ê Nîsana 2019‘an de ji aliyê Meclisa Giştî ve hate erêkirin.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser rêziknameyên her deh deste û Buroya Ragihandinê û Daîreya Têkiliyên Derv û Buroya Parastinê e erê kir. Meclisê dê di demên bê de buroyên din jî bipejirîne.

Meclisa Edaletê

Meclisa Edaletê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 13 endaman pêk tê. Endamên meclisê di warê hiqûqê de xwedî tecrûbe ne û ji aliyê komîteya amadekar ve hatin hilbijartin. Xebatên amadekirina avakirina Meclisa Edaletê 6 mehan berdewam kir û di 25‘ê Nîsanê 2019‘an de hate ragihandin. Hevserokên Meclisa Edaletê Îmad El-Geraf û Evîn Hac Hemo ne.

Pergala hevserokatiyê

Ji bilî Desteya Jin di hemû meclis, deste û buroyên Rêveberiya Xweser pergala hevserokatiyê hatiye rûniştandin. Desteya Serokatî ya Meclisa Rêveber ji hevserok Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El-Mihbaş ve pêk tê. Cîgirên Hevserokatiya Meclisa Rêveber jî 5 in ; Ferhad Şiblî, Elîzabeth Gewriyê, Riyad El-Hefevl û Emîna Osê.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêveberiyeke rêxistinî ye li gorî taybetmendiyên her rêveberiyekê koordîneyê di navbera rêveberiyên sivîl û xweser ku hejmara wan 7 in de çêdike.

Têkildarî mekanîzmeya koordîneyê di navber deste û buroyên Rêveberiya Xweser bi komîte û desteyan de hemû komîte, buro û desteyên Rêveberiyên mehane dicivin û xebatên xwe û astengiyên ku li pêşiya kar derdikevin nîqaşn dikin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê avahiya xwe li navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî ya herêma Firatê vekiriye.

Xebatên rêveberiyê yên di qada hundirîn û derve

Rêveberiya Xweser dikarîbû binsaziya hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet herêmên nû ji çeteyên DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin wekî "Reqa, Tebqa û Dêrazorê"  ji nû ve saz bike.

Der barê mijarê de Heseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid destnîşan kir ku Meclisa Rêveber bi desteyên xwe yên xizmetguzariyê di sala yekemîn a damezirandinê de dikarî xizmetên sereke pêşkêşî welatiyan bike û di warên tenduristî, perwerde, av û kehrebe  û rêyan gavên mezin bavêje.

Bêrîvan diyar kir ku karê Rêveberiya Xweser di navbera hemû deste û rêveberiyên de koordîneyê bike, karê wan ên mehane dişopîne û dinirxîne û plansaziyan dantînin.

Bêrîvan Xalid anî ziman ku tecrûbeya rêveberiya di sala yekemîn de serkeftina xwe diyar kir û xebat di navbera rêveberiyên xweser û sivîl ên girêdayî wê de koordîne bike.

Hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid anî ziman ku di aliyê têkiliyên derve de alaqeyeke mezin hebû, bi taybet ji hêla serdana şandeyan û îmzekirina peymanên navdewletî.

(bb)

ANHA


Mijarên Din