Rêveberiya Xweser: Divê civaka navdewletî bi erka xwe rabe

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê şermezar kirin û tekez kir ku Rêveberiya Xweser tevî hemû pêkhateyên xwe li dijî van gefan bi yekrêzî û bi hemû hewldanên xwe dê parastina xwe bike. Rêveberiya Xweser bang li civaka navdewletî kir ku li beramberî herêmê bi erka xwe rabe.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevserokên deste, buro û meclisên rêveber ên Rêveberiya Xweser û Rêveberiya Sivîl re civiya. Civîn bi beşdariya fermandarê giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî, seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed bi rê ve çû û ji çapemeniyê re girtî bû.

Civînê 2 saetan dewam kir û têkildarî geşedanên siyasî û leşkerî bû. Di vê derbarê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Abd Hamid El-Mihbaş ve hate xwendin, gefên Tirkiyê yên li ser herêmê şermezar kirin û tekez kir ku rêveberî û gelên herêmê dê li dijî van gefan rawestin.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk bi berdewamî gefan li herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, di demên dawîn de jî bi komkirina hêzên xwe li ser sînorê Bakurê Sûriyê yê li rojhilatê Sûriyê, gefên xwe zêdetir kirin. Armanca dewleta Tirk ji zêdekirina gefan têkbirina projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser, têkbirina aramiyê û jiyana hevbeş a di navbera gelên Sûriyê de ye.

Tirkiye û milîsên terorîst ên ajandeyên Tirkiyê, beriya salekê Efrîn dagir kir û îsbata binpêkirinên pergala Tirkiyê, proseyên koçberkirin, talankirin û wêrankirinê ne.

Em wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, van gefan rejîma Tirkiyê yên bê berpirsyartî  şermezar dikin. Di heman demê de em tekez dikin ku rêveberî bi hemû pêkhateyên xwe ve dê li dijî van gefan yekrêz in  û bi hemû rêbazên parastina xwe, aramî, ewlehî û jiyana hevbeş a herêmê bikin. Tê zanîn ku li vê herêmê zêdetirî 5 milyon kes ji koçber, penaber û welatî dijîn, her wiha di zindanên herêmê de jî bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê hene. 

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî terorîstên cîhanê erka xwe ya mirovî pêk anî û bi hezaran şehîd û birîndar çêbûn, îro jî civaka navdewletî rojane rewşa Idlibê gotûbêj dike û gefên Tirkiyê yên li ser herêmê paşguh dike.

Em ji cîhanê re teqez dikin ku em bi yekitiya xaka Sûriyê re ne, bi pêkhateyên wê û gelên wê re ne. Di heman demê de projeya me ya siyasî, projeyeke demokratîk e, ne wekî îdiayên gera Astanayê ku dewletên garantor dibêjin projeya parçekirinê ye.

Li ser vî esasî em bang li civaka navdewletî bi hemû deste, rêxstinên navdewletî, mafnasî, raya giştî ya cîhanê û Koalîsyona Navneteweyî dikin ku li dijî gefên Tirkiyê bi erka xwe rabin, ji ber ku ev dagirker dê bi zêdegaviyên xaka Sûriyê re ewlehî û aramiya hemû dewletan têk bibin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din