Rêveberiya Xweser: Divê civaka navneteweyî li dijî êrişên li ser Eyn Îsayê helwesteke cidî nîşan bide

​​​​​​​Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Mihemed Şahîn got artêşa Tirk a dagirker ji roja yekemîn ve lihevkirina Soçiyê binpê dike û got "Divê civaka navneteweyî têkildarî êrişan helwesteke cidî nîşan bide."

Têkildarî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navçeya Eyn Îsayê, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Mihemed Şahîn got: “Sûcên dewleta Tirk a dagirker li gel bêdengiya civaka navneteweyî rojekê jî ranewestin. Bi toparana rojane li dijî herêmên ewle yan jî gefên ewlehiyê yên dewleta Tirk ku bi rêya wan dixwaze nakokiyan li parzemîna Ewropayê û li gelek welatên Ereban çêke.”

Şahîn wiha domand: “Divê civaka navneteweyî li hemberî van êrişan bê deng nemîne, divê bikeve nava tevgerê û rê li pêşiya dewleta Tirk bigire ku rojane şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikuje. Rûsya garantora lihevkirina Soçiyê ye. Baş dizane ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji roja destpêkê ya lihevkirinê ve êriş nekiriye.”

Şahîn da xuyakirin ku her kes dizane ku dewleta Tirk bûye navenda nakokiyên li Rojhilata Navîn û cîhanê, lê dîsa jî kesek an jî aliyek tu helwesteke cidî di vî warî de nîşan nade.

Şahîn bang li Rûsya û DYA`yê kir ku mudaxele bikin û sînorekê ji sûcên dewleta Tirk re ku armanc dike aramiya li herêmê têk bibe, deynin.

Têkildarî armancên dewleta Tirk ji topbarana domdar, Şahîn ev yek got: "Dewleta Tirk dixwaze Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bike û li şûna wê sazûmaniyên radîkal mîna ku li Idlibê ava kirine, ava bike.”

Şahîn wiha pê de çû: “Êdî ji her kesê re diyar bûye ku dewleta Tirk desteka komên terorîst ên li Sûriyê, li dewletan Ereban ên din û yên herêmî mîna Lîbyayê yan jî li Ermenistanê li herêma Qerebaxê, dike.”

Şevê din çeteyên dewleta Tirk hewl da derbasî Eyn Îsayê bibin, lê QSD`ê hewldana wan şikand. Li gorî agahiyan, bi dehan çete hatine kuştin û birîndar bûne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din