Rêveberiya Xweser: Em vîna xwe ji boneyên dîrokî yên piştrastkirina pirrengiyê werdigirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê gelê Suryan-Aşûrî bi boneya cejna Ekîto pîroz kir û piştrast kir ku vîna xwe ji boneyên dîrokî ku pirrengiyê piştrast dikin, werdigirin û hêviya tenduristî û aştiyê ji herêm û cîhanê re xwest.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî bi boneya cejna Ekîto ya sersala Suryan-Aşûrî ku dikeve 1’ê Nîsanê, weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"1’ê Nîsanê rojeke kevnar û dîrokî ye ku gelê Suryan-Aşûrî di destpêka biharê de pîroz dike ku vejîna jiyanê ye. Ev roj, cejnek e ku nîşaneyên wê yên dîrokî û kevnare yên herêmê diyar dike. Pîrozkirina gelê Suryan-Aşûrî bi wê cejnê sembol û pîroziya wê rojê her tim vedijîne. Cejna Ekîto, cejna sersala Suryan-Aşûrî ye ku mîraseya şaristaniya her herêmekê ye û ne tenê kesên wê pîroz dikin. Ji ber ku ji girîngtirîn boneyên ku rastiya dîrokî ku hin kes hewldana înkara wê dikin, piştrast dike.

Em wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vê boneyê gelê Suryan-Aşûrî pîroz dikin, her wiha piştrast dikin ku ji van boneyên dîrokî yên li gel tevahî gelên herêmê vîna xwe werdigirin ku pirrengî û curbicurbûyînê piştrast dike ku hêmana girîng a hêzên me mîna pêkhate û gelên herêmê ne.

Rewşên awarte ku îro tê re derbas dibin, her wiha li  tevahî cîhanê jî di encama berbelavbûna Koronavîrusê de, li ser tevan ferz dike ku gelek tedbîrên parastina giştî, berjewendiya tenduristiya gelê me pêk bînin. Di heman demê de me tevahî bone li gel pêkanîna tedbîrên tenduristiyê mîn cejna Newrozê rawestandin. Lê belê em bi tevahî boneyên xwe yên dîrokî ve girêdayî ne û bi israr in li gel derfetên guncaw vejînin.

Em bi hêvî ne ku tenduristî û aştî li tevahî herêmên me û cîhanê pêk bê, hev di boneyên dîrokî yên pêş de bibînin û bikin destpêkirina xurt a parastina biratî, yekitî û têkoşîna ji bo aramî û bidestxistina projeya pêkhateyên gelê me ya Sûriyeke nû ya demokratîk a pirreng a nenavendî ku bibe welateke hevbeş ji tevahî sûriyan re.”

(fr)

 


Mijarên Din