Rêveberiya Xweser fatoreyên av, kehrebe û paqijiyê yên Gulan û Hezîranê betal kirin

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi mebesta alîkariya şêniyan di gel ferzkirina qedexeya derketina derve li tevahî herêmê, dayîna fatoreyên av, kehrebe û paqijiyê heta 2 mehan (Gulan û Hezîran) betal kir.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 23’yê Adarê ve qedexeya derketina derve wek tedbîrên pêşîlêgirtina Koronavîrusê (Covid-19) piştî ku li cîhanê bûye krîz, heye.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser biryara efûkirina tevahî fatoreyên av, kehrebe û paqijiyê yên mehên Gulan û Hezîranê da.

Hevserokatiyê di biryara xwe de diyar kir ku ev wek alîkariyekê ji şêniyan re di dema qedexeya derketina derve de bi sedema Koronavîrusê ye.

(fr)


Mijarên Din