Rêveberiya Xweser: Gefxwarina Opozisyonê hewldana têkbirina ewlehiya herêmê ye

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefên ku (Opozisyon û yên pêre) li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, şermezar kirin û got: “Ev gef hewldana têkbirina îstikrar û ewlehiya herêmên ku hetine rizgarkirine. Her wiha hewldanên rawatiya dagirkeriya Tirkiyê ye û wê herêmê ber bi parçekirinê ve bibe.”

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya daxuyaniyekê bersiva daxuyaniya bi navê "Opozisyona El-Wetenî Sûriyê" ku gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, da.

Daxuyanî wiha ye:

"Piştî binketina hêzên ku hewl didan nûnertiya opozisyona Sûriyê di pêkanîna rola netewî de bike, ev şekelê siyasî veguherî amûrekî pêkanîna siyasetên dagirkeriya Tirkiyê û dagirkirina xaka Sûriyê. Her wiha opozisyon bû aliyekî girîng di pêşxistina van kiryaran. Zimanê ku gefxwarinê ku opozisyon li dijî herêmên me bikar tîne, bixwe wergera helwest û siyaseta Tirkiyê ye.

Di demeke ku ti projeyên opozisyonê yên netewî Sûrî tine û binketina wê di rêvebirina herêman ku îda dike hatiye rizgarkirin, lê ew herêmên ji aliyê Tirkiyê hatine dagir kirin, kiryarên li herêmên (Cereblûs, Bab, Izaz, Idlib û Efrînê) ji kuştin, koçberkirin, tinekirin û destdirêjiyên nemirovî û bê exlaqî pêk tên. Ev hemû şeklê siyasî ku dixwaze aloziya hevpar bi Tirkiyê re ye bi rêya gefxwarinên herêmên me derxîne derve û êrîşî wê bike.

Em di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, tekez dikin ku gefxwarinên amûrên dewleta Tirkiyê (Opozisyonê û yên bi wê re) li ser herêmên me, tenê hewldana têkbirina îstiqrar û ewlehiya herêmê ye. Her wiha hewldanên rawatiya dagirkeriya Tirkiyê ye û wê herêmê ber bi parçekirinê ve bibe. Em helwest û nêzîkatiyên bi vê awayê şermezar dikin, di heman demê demê em bang dikin ku giraniya xebata xwe bidin çareserkirina aloziya û ewlehiya herêmê. Bala raya giştî ya Sûriyê û ya cîhanê bidin ser hebûna terorê li herêmên ku ji aliyê Tirkiyê ve têne bi rêvebirin.”

Di dawiyê de em tekez dikin ku projeya Rêveberiya Xweser projeya pirrengî, hevkarî û tabloya ku rewşa Sûriyê derdixe ber çavan û pêwîstiya Sûriyê diyar dike. Di van pirrengî û hevgirtina civakî, hemû serkeftin pêk anî û DAIŞ têk bir, bi vê projeyê em çareseriya demokratîk li Sûriyê misoger dikin. Her wiha projeya me misogeriya ber bi îstiqrar û yekbûna Sûriyê di aliyê civakî û demografî ye. Lê projeya Opozisyonê (Itîlafê) û hewldanên wê ku heta niha rewşa Sûriyê bi nerîneke ne Sûrî dixwîne û rêya ku Sûriyê pêwîstiya wê pê tine ye dimeşe. Ev li ser civaka Sûriyê û pêşeroja herêmê xeteriyeke. Taybet di demeke ku îda dikin ew yê ku dikarin herêman birêve bibin, herêmên ku gelê wê bixwe rizgar kirin, bi vê yekê diyar dibe ku ew nûneriya projeya Erdogan dikin ku nasnameya resen temis bikin weke ku li Efrînê dikin."

(jo)

ANHA


Mijarên Din