Rêveberiya Xweser gelek tedbîr ji bo vîrûsa Koronayê girtin

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji vîrûsa Korona rêze tedbîr standin û di nav jî de girtina dibistan û zanîngeh.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser têkildarî mijarê, biryareke nivîskî weşand.

Biryar wiha ye:

Biryara jimareya 23

Ji bo parastina xeteriya ku vîrûsa Korona çêdike û her wiha ji bo nehiştina belavbûna wê ku bûye krîza cîhanî û wek bergiriya baldariyê, ev bergirî tên girtin:

-Tevahî kombûnên li herêmên Rêveberiya Xwesera Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên qedexekirin.

-Tevahî dibistan, zanîngeh, peymangehên(xwendekar û mamoste) li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji roja şemiyê ango dîroka 14`ê Adara 2020`an  heta demeke ne diyar têne girtin.

-Qedexe ye kesek di tevahî deriyên girêdayî Rêveberiya Xweser ji bilî kesên ku ji niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne derbas bibe û tenê roja sêşemê di hefteyê de ji bo derbasbûnê ji diyarkirî ye.

-Dê derî, dibistan, zanîngeh û peymangeh bi biryara ji Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku pêştre bistîne bên vekirin.

- Biryara hejmar 15 a girêdayî deriyê  Sêmalka ku di 27.02.2020`an de hate derxistin, heta demeke ne diyar di meriyetê de ye.

- Ji bo kesên pêk bînin re ev biryar tê agahdarkirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din