Rêveberiya Xweser hişyara karîseteke mirovahî da, Tirkiyê nahêle stasyona Elûk a ava vexwarinê bê çêkirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker nahêle tîmên sererastkirinê biçin stasyona Elûk a ava vexwarinê sererast bikin ku bi wê re jî dê kerasetek mirovî pêk were û rewşa mirovî ji ber qûtbûna avê li ser bajarê Hesekê ku hejmarekî mezin ji koçberan pêşwazî kiriye xerabtir bibe.

Buroya Rêxistinan û Karûbarên Mirovî daxuyaniyeke nivîskî weşand ku tê de piştrast kir ku dewleta  Tirk stasyona Elûk a avê kiriye baregeha leşkerî û nahêle tîmên pîşeyî wê sererast bikin û rê li pêşiya pêkanîna keraseteke mirovî vedike.

Abdulqadir Miwehed hevserokê Buroya Karûbarên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye wiha got: "Dewleta Tirk hewl dide nehêle kar û xebata sererastkirinê li stasyona Elûk a ava vexwarinê ya li rojhilatê bajarê Serêkaniyê dewam bike  ku bajarê Hesekê taxên wê av dide û pêwîstiya xwe rojane bi avê heye."

Miwehed wiha domand: "NY`ê agahî da Buroya Karûbarên Mirovî ya Rêveberiya Xweser ku Tirkiyê her tim zextê dike, da ku tîma sererastkirinê ji cihê stasyonê bi hinceta ku herêma leşkerî ye û metirsî li ser wan heye, vekişîne. Dewleta Tirk bi wê kiryarê ji ser zêdetirî 500 hezar kes ji şêniyên bajarê Hesekê û derdora wê ava vexwarinê qut dike. Her wiha jî ji ber êrişa artêşa Tirk û çeteyên wê li ser stasyonê ji roja duyemîn de li ser herêma Serêkaniyê av qut bûye,."

Hevserokê Buroya Kar û Barên Mirovî hişyariya metirsiya kiryara dewleta Tirk da û wiha got: "Dê rewşa mirovî li bajarê Hesekê xerabtir bibe ku niha pêşwaziya hejmarekî mezin ji koçberan dike. Her wiha jî rewşa mirovî ya koçberên Serêkaniyê ji ber paşguhkirina rêxistinên mirovî û pêkanîna erkên xwe zehmet û dijwar e.”

 (jo)

ANHA


Mijarên Din